BI DÎMEN

HPG: Milîtanên girêdan û baweriyê bibîr tînin

Nasnameyên 7 gerîlayên ku li Amedê jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin. HPG’ê got: “Bi biryardariya sekna milîtantiyê ya hevrê Azad û Doza em ê erka xwe ya demê bi cih bînin, hevrêyên xwe yên şehîd bibîr tînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya gerîlayên ku li Amedê jiyana xwe ji dest danbûn eşkere kir:

“24’ê Mijdarê 07.00 – 08.00’an artêşa TC’ê bi balafirên şer qada Sisê bombe kiriye, helîkoptêrên kobra jî gelek bombe li qadê bi kar anîne. Li derdora gundên Sisê û Derxûstê li 3 deveran di navbera gerîlayên me û leşkerên TC’ê de şerekî giran rû daye, di vî şerî de 4 leşker hatin kuştin û 3 jê jî birîndar bûne. Me berê diyar kiribû ku di vê operasyonê de 7 gerîlayên me şehîd bûbûn. Têkildarî gerîlayên me de yên ku şehîd bûyin em agahiyên berfireh didin."

 ‘HEVRÊ AZAD BI MEŞA BIRYARDARIYÊ WÊ HER TIM BIBE MÎNAK’

Dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê romaneke dawî lênehatiye û her rûpela vê romanê dîrokeke bêhempa ya bi lehengî û fêrisiyên bêhijmar tije ye. Hevalê me Azad Farqîn jî govanê vê dîroka zindî, rêveberê wê û neferekî wê ye ku bi kedeke mezin nirx lê bar kiriye. Hevalê me azad ku bi jiyana xwe ya têkoşînê ya ji 23 salan zêdetir, weke cangoriyekî şoreşger ê PKK’ê li gelek qadên xebatê yê niştimanê me bi awayekî çalak ked daye, ji Erzeromê ta bi Amed, ji wir ta bi Botanê, Başûrê Kurdistanê li gelek qadan weke milîtanekî pêşeng peywira xwe bi cih aniye.

Ji bo hemû peywirên ku têkoşînê lê bar kirine bi cih bîne, her demê bi coşdarî, azwerî û biryardarî tevgeriyaye, bi keda xwe, dirûstbûna xwe û fedekariya xwe, wêrekiya xwe her demê di dilê hevalê xwe de karîbûye cihekî girîng zevt bike. Heval Azad ku bi karekterê xwe yê têkoşer di dilê hemû hevrêyên xwe de bûye xwedî hurmetekê, bi dilsozbûna xwe ya bi gelê Kurdistanê re bûye fermandarekî nestêleh!

Heval Azad ku şervanekî di ser xwe re bû ku mîtîlatiya PKK’ê û pîvanên şoreşger di jiyana xwe ya têkoşînê de bi baweriyeke mezin karîbû bide jiyîn, bi helwesta xwe ya ku asêyî serketinê bûye û bi meşa xwe ya biryardar her demê bûye hevrêyeke mirov dihesiliyê.

 ‘HEVRÊ DOZA MILÎTANA FEDAKAR A ARTÊŞA JINÊ BÛ’

HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan:

Hevrê Doza jî bi pratîka xwe ya 20 salan a gerîlatiyê di nav hevrêyên jin de û hêzên gerîla de bi dilnizmî û kedkariya xwe hatiye nasîn. Di xebatên Qadên Parastinê yên Medyayê de, li hemû deverên ku lê hazir bûye, di nav kêferateke wiha de bûye ku bikaribe hevalên xwe perwerde bike, wan bi pêş bixîne û wan motîveyî jiyana gerîla bike. Yek ji fermandarên me yên pêşeng heval Doza ku ev felsefeya ku dihate gotin, ê ku di jiyana gerîla de bi ser bikeve wê şer de jî bi ser bikeve pejiyandibû, tecrûbe û ceribandina ku bi salan pê re çêbûbû, ji bo ku  li qada Bakurê Kurdistanê pêk bîne, di rêveberiya Eyaleta Amedê de cih girtiye, li dijî hêzên faşîst ku jinan, gelê me û nirxên wê tine dihesibîne, şer kiriye. Hevala me Doza bûye yek ji wan hevalan ku bûye jêderka artêşbûna jinê û milîtana pêşeng a fedekar û tim ji xwe dayî.”

‘HÊRSA ME WÊ HÊ MEZINTIR BIBE’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî şehadeta hevriyê me hêrsa me bi bawerî û biryarardarî ya li dijî dijmin wê hê zêdetir bibe. Bi baweriya xwe ya serkeftin û azadiyê, bi biryardariya sekna milîtantiyê ya hevrê Azad û Doza, em ê erka xwe ya demê bi cih bînin. Hevrêyên xwe yên şehîd bibîr tînin.

NASNAMEYÊN GERÎLAYAN

Nanameya gerîlayên şehîd ketine wiha ne:

 Nasnav: Azad Amed

Nav û Paşnav: Nevzat Gunduz

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîkê - Bav: Hemso - Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 24’ê Mijdara 2016

***

 Nasnav: Avareş Gever

Nav û Paşnav: Senar Soylû

Cihê Jidayîkbûnê: Colemêrg

Navê Dayîkê - Bav: Hanim - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 24’ê Mijdara 2016

***

 Nasnav: Doza Welat

Nav û Paşnav: Ozlem Seyhan

Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê Dayîkê - Bav: Nûriye - Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 24’ê Mijdara 2016

***

Nasnav: Kendal

Nav û Paşnav:

Cihê Jidayîkbûnê:

Navê Dayîkê - Bav:

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 24’ê Mijdara 2016

***

 Nasnav: Mordem Bagok

Nav û Paşnav: Azîz Polat

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîkê - Bav: Nezîhe - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 24’ê Mijdara 2016

***

 Nasnav: Soro Lîce

Nav û Paşnav: Mehmet Çelîk

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîkê - Bav: Amber - Abdurrahman

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 24’ê Mijdara 2016

***

Nasnav: Tekoşer Azad

Nav û Paşnav: Metin Guzel

Cihê Jidayîkbûnê: Êlih

Navê Dayîkê - Bav:

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 24’ê Mijdara 2016

Li hemberî şehadeta hevriyê me hêrsa me ya li dijî dijmin hê zêdetir û bawerî û biryardarî, bi baweriya xwe ya serkeftin û azadiyê, bi biryardariya hevrêyên Azad û Doza di wê baweriyê de ne ku erka xwe ya demê pêk bînin. Hevrêyên xwe yên şehîd bibîr tînin.