HPG: Me Serokê Komeleya Cerdevanên Colemêrgê girt

HPG: Me Serokê Komeleya Cerdevanên Colemêrgê girt

HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 20’ê Tebaxê de Serokê Komeleya Cerdevanan ê Colemêrgê Sadî Ozatak girtiye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand; “Di 20'ê Tebaxê de Serokê Komeleya Cerdewanên Colemergê, sercerdewanê herêma Silehê kontrayên di destê şahadeta rêhevalên me de tiliyê wî heye Sadî Ozatak hatiye girtin, keseke bi navê Mûsa Temel ê bi gûman jî hatiye binçavkirin.”

Hat ragihandin ku serokê berê yê navçeya Sûra Amedê Hamît Çelîkkanat li navçeya Pîranê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat binçavkirin. Lê heta niha HPG’ê ev agahî piştrast nekiriye.

Li gorî tomarên ANF’ê di mehên Gulan-Hezîran-Tîrmeh û 13 rojên destpêkê yên tebaxê de herî kêm 81 kes ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin. Di meha Gulanê de 31, di hezîranê de 7, di Tîrmehê de 21 û di 1-13’ê Tebaxê de jî herî kêm 22 kes hatin binçavkirin. Di nava vana de qeymeqamek, parlementerek, leşker û karker û mueahîdên di çêkirina qereqolan de dixebitin, hene. Piraniya wan serbest hatine berdan.