HPG: Li Şirnexê 8 leşker û 3 polîs hatin kuştin

HPG: Li Şirnexê 8 leşker û 3 polîs hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a di 18’ê tebaxê de li dijî Midûrieyta Emniyeta Şirnexê hat pêkanîn de herî kêm 3 polîs hatin kuştin û da zanîn ku di encama pevçûna piştî çalakiyê de jî 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyekê der barê çalakiya gerîlayan li Şirnexê de jî da û diyar kir ku di çalakiyê de herî kêm 3 polîs û 8 leşker hatine kuştin. HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînan û Nisêbînê de jî agahî da û diyar kir ku serweriya gerîlayan a li ser xeta Şemizîna-Geverê didome.

8 LEŞKER Û POLÎS HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a di 18’ê Tebaxê de li hemberî Midûriyeta Emniyeta Şirnexê hat pêkanîn de ev agahî da:

Di 18'ê Tebaxê de di saet 22.00'an de li dijî Muduriyeta Emniyeta Şirnexê û Tûgaya Çakirsuyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Di encama kozikan notirvaniyê bi giştî ruxiyaye 3 polîs jî hatine kuştin. Di encama çalakiya ku avahiya tûgayê texrîp bûyî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Piştî çalakiyê di 19'ê Tebaxê de danê sibê artêşa dagirker a tirk ji bo deriyê Berojê bigire ketiye nava tevgerê. Di heman rojê di saet 14.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dimin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, piştî pevçûnê jî helîkopterên kobrayan xwestiye mudaxeleyê cihê pevçûnê bikeji ber rastî berxwedaniya gerîlayên me hatiye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Baskê din ê dijmin ku dixwest deriyê Meydanê bigirie li dijî van di saet 16.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatine kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi 4 helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

SERDESTIYA GERÎLAYAN DIDOME

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê der barê çalakiyên gerîlayan û pevçûnên li Şemizînan û Geverê de jî ev agahî da: “Li Colemergê li xeta Şemzînan-Geverê serdestiya gerîlayên me ve berdewam dike. Li herêmên serdestiya gerîlayên me berdewam dikî de di 18-19'ê Tebaxê de çalakiyên gerîlayên me û êrîşên dijmin bi vî rengîne;

Di 18'ê Tebaxê de operasyona dijmin a li Geliyê Doskî destpêkiribû ber bi herêma Sertêlê berfireh bûye û berdewam dike. Di çarçoveya vê operasyonê de di 19'ê Tebaxê de di saet 08.00'an de li dijî leşkerê dijmin ê ji Girê Gilord ber bi herêmên Memîşka û Serengîlê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Dijmin leşkerê mirî bi helîkoptera skorskyê ji herêmê dûr xistiye.

Di 19'ê Tebaxê de di saet 19.00'an de li Şemzînanê li dijî qereqola Dûrê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya kozika notirvaniyê, nizamiye û çeperên bi bandor hate lêdan de avahiya qereqolê jî agir girtiye, leşkerek jî hatiye kuştin.

Êrîşên balefir û topan ên artêşa dagirker a tirk jî berdewam kiriye; Di 19'ê tebaxê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li dijî Çiyayê Çarçelayê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman rojê di navbera saet 17.00-22.00'an de jî bi hewan û obusan heman herêm hatiye bombekirin. Ji 19'ê Tebaxê ji saet 17.30'an heta 20'ê Tebaxê danê sibê (îro) jî li dijî herêmên Gostê, Garê, Masîro, NÎrkola û Geliyê Ava Hecibeg ên bi ser Şemzînanê ne bi hewan û obusan bê navber hatiye bombekirin.”

LI NISÊBÛNÊ POLÎSEK Û LEŞKEREK HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 17'ê Tebaxê de di saet 22.00'an de li navçeya Artemêta Wanê li dijî baregeheke polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de polîsek hatiye kuştin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 18'ê Tebaxê de di saet 15.30'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî qereqola Xiraba Alê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

GERÎLAYAN LI DÎLOKÊ CEJNA GEL PÎROZ KIR

HPG’ê da zanîn ku di 19'ê Tebaxê de di navbera saet 11.30-13.30'an de li Dîlokê di navbera navçeya Ýslahiye û Zozanên Hinzirê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Di wesayitên hatiye rawestîn nasname hatiye kontrol kirin, gerîlayên me cejna gel pîroz kiriye û di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.”

LI ELKÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 18'ê Tebaxê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê di navbera gundê Guanusê û Bilbisê de di navbera du yekîneyên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûn qewimiye.Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 16'ê Tebaxê de li navenda Dersimê li dijî herêmên Hingirvan, Navserên Dokuzkaya û Geliyê Harçikê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatibû lidarxistin û beşeke giran a vê operaysonê di 19'ê Tebaxê di saet 19.00'an de paş de vekişiyaye. HPG’ê da zanîn ku Hîn jî li herêmê ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn û keşfê berdewam dikin.