HPG: Li Mêrdînê çalakiyek bi bandor pêk hat, li Heftanînê balafira keşfê hat xistin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya Nisêbîn a Mêrdînê de 6 leşker hatine kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku li herêma Heftanînê balafira Bayraktar a keşif dikir hatiye xistin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyanî da. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya Nisêbîn a Mêrdînê de 6 leşker hatine kuştin. HPG’ê diyar kir ku li herêma Heftanîn balafireke Bayraktar a keşif dikir hat xistin.

HPG: LI HEFTANÎN BALAFIRA KEŞFÊ HAT XISTIN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku 25’ê Îlonê saet 17.00’an balafireke keşfê ya bi navê Bayraktar ku li herêma Heftanîn bi armanca keşfê digeriya ji aliyê gerîlayan ve hat xistin. HPG’ê ragihandin ku enqaza balafira keşfê ya hatiye xistin di destê gerîlayan de ye.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hat dayîn;

Ji 23’ê Îlonê heta niha rêya ji gundê Merex ê girêdayî Cûdî diçe Gundik Remo ji aliyê artêşa Tirk ve bi wesayîtên zirxî hatiye girtin. Ji bo li ser gelê diçe şehîdgehan û tê zextan çêkin ev rê hatiye girtin.

HPG: Lİ MÊRDÎNÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

24’ê Îlonê saet 22.45’an hêzên gerîlayên me ji bo bîranîna Şehîd Baran Dêrsim li hember qereqola Gurînê ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çalakiyek serdegirtinê pêk anîn. Çalakî ji sê baskan ve pêk hat, tankekê derbe xwar ku nema bi kêr tê, cihê nîzamiyê û 2 çeper jî hatin îmhakirin. Di çalakiya ku 45 deqeyan berdewam kir de 6 leşker hatin kuştin.

HPG: ARTÊŞA TIRK LI MÛŞÊ DARISTAN ŞEWITAND

Li ser rêya Mûş û Kopê cerdevanên gundên Adgom û Lîzê kontrola rê kirin, tevî ku li herêmê ti pevçûn tinebûn jî, axaftinên wek pevçûn çêbûne belav kirine û di heman demê de erazî jî şewitandine.

24’ê Îlonê danê êvarî, komek kontra li navbera gundên Anxalat û Destkomî yên girêdayî Bedlîsê wesayît sekinandine, li vir dest danîne ser wesayîtekê, ajokarê wê jî gulebaran kirine.

SER RÊYA ÇEWLİK Û ELEZÎZÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR QEWIMÎN

23’ê Îlonê saet 20.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Çewlik û Elezîzê kontrol bi dest xistin. Êvarî saet 21.00’an artêşa TC bi wesayîtên zirxî ve mudaxeleyî cihê çalakiyê kir. 2 wesayîtên Akrep ên mudaxele dikirin hatin îmhakirin. Ji mesafeyeke nêz pevçûn nêzî saetekê berdewam kir, sivîlek birîndar bû, gerîlayekî me yê dîl ket destê artêşa TC jî bi qetilkirinê şehîd ket. Di vê çalakiya hejmarek mezin tîmên taybet û leşker mirin de 7 hevalên me şehid ketin. Detayên berfireh wê piştre bên ragihandin.

2 rojên dawi, artêşa TC bi rêya hinek sîxuran daristana herêma Şehîd Huseyîn a girêdayî Kosorê şewitandin, ev şewat hê jî didome.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim-Pilûrê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

19’ê Îlonê 2 helîkopterên Kobrayê herêma Nenîka ya girêdayî navçeya Pilûrê ya Dêrsimê bomberdûman kir. Piştî bomberdûmanê li eraziyê şewat çêbû, gel xwest vemirîne, lê leşkeran astengî derxistin.

Li herêmên Kirkmerdîven û Karadere, derdora gundê Elbaba yên girêdayî navçeya Pilûrê ya Dêrsimê, tevgera artêşa TC’yê heye.