NÛ BÛ

HPG: Li Mehsertê 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de ku duh şev li dijî Qereqola Jendermeyan a li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hate lidarxistin, herî kêm 10 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de ku duh şev li dijî Qereqola Jendermeyan a li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hate lidarxistin, herî kêm 10 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. HPG’ê destnîşan kir ku di encama teqînê de 2 kûle û nîzamiye rûxiyane, avahiya qereqolê jî bêkêr bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 23’yê Hezîranê saet 20.00’an hêzên gerîlayan li dijî qereqola jendermeyan a li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê çalakiyek li dar xistine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wesayîta bombebarkirî li ber qereqolê hatiye rawestandin û çalakî pêk hatiye, wiha dewam kir: “Di vê çalakiyê de qasî ku bi çav hatiye dîtin 10 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Her wiha di encama teqînê de 2 kûle û nîzamiye rûxiyan, avahiya qereqolê jî bêkêr bû. Piştî çalakiyê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê, leşkerên mirî û birîndar rakirin. Ev çalakî ji bo bersivdayina berxwedêrên li Nisêbînê şehîd ketine û operasyona li Amedê hatiye lidarxistin. Her ku têkîldarî çalakiyê agahî bi dest bikevin wê bi raya giştî re bê parvekirin.”