HPG: Li Gabarê 11 leşker hatin kuştin

HPG'ê da xuyakirin, ku di şerê vê dawiyê de 11 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin, ku 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku operasyona artêşa Tirk a di 5'ê Mijdarê de destpê kir, bê encam maye.

HPG'ê diyar kir, ku di şerê vê dawiyê de 11 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin, ku 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser operasyona artêşa Tirk a li çiyayê Gabarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku artêşa Tirk roja 5'ê Mijdarê bi tevlîkirina hêzên xwe yên li baregehên leşkerî yên Şirnex û Sêrtê re dest bi operasyoneke berfireh kir û hat gotin, ku di vê operasyona li hemberî Şehîdgehên Şehîd Adil û Şehîd Gulbihar de, cerdevanên Dêrgulê û Qesrikê jî amade bûn.

Li gorî daxuyaniyê, leşkerên Tirk li xeta Qernê, Deriyê Gabar, Kêla Dêrşew, Tepê Bazî, Çelê Sor, Deriyê Seqet, Girêga û Pirê Şîn dor li xwe fireh kiriye û li herêmê bi cih bûye.

Di daxuyaniya de ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:

"Leşkerên ku roja 6'ê Mijdarê bi tank, wesayîtên zirxî û kepçeyan êrîşî şehîdgehê kirin, şehîdgeh û kevirên goran şikandin û zerar dan. Leşkerên berê xwe dan Dola Basretê, li gerîlayên me rast hatin û li vê derê şer derket. Şer heta danê êvarê dewam kir û 4 leşker hatin kuştin. Di vî şerî de 3 gerîlayên me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin. Komek leşkerên li girên vê herêmê, saet di 17:30 de bi çekên ferdî û nîv otomatîk re hedef hat girtin û di encama lêdana derbên li vir de 4 leşker hatin kuştin. Li nêzî gundê Erê jî, bi şev çalakî li hemberî leşkeran hat lidarxistin, lê tevî ku mirî û birîndarên leşkeran çêbûn jî hejmara wan nehat zelalkirin.

7'ê Mijdarê li hemberî leşkerên li Kêla Dêrşewê, saet di 11:30 de hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Hêzên me yên xwe berdan nava leşkeran, ji 15 metreyan derb li leşkeran dan û li vir 2 leşker hatin kuştin. Li heman herêmê, dema leşkeran xwe vedikişandin, hêzên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Artêşa TC a di 7'ê Mijdarê de li qadên Tepê Firin, Şehîd Omer, Girê Zinar, Şehîd Amed û Tepê Balkon ên li herêma Çiravê derket operasyonê, êvara heman rojê bi temamî xwe vekişand. Di şer û çalakiyan de bi giştî 11 leşker hatin kuştin.

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, bi vî rengî ne:

Nasnav: Çiyager Serhat
Nav û paşnav: Erdal Aydin
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Naîme û Orhan
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Mijdara 2015 / Gabar

Nasnav: Dijwar Xaviştan
Nav û paşnav: Ahmet Nîllî
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Husna û Gurgîn
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Mijdara 2015 / Gabar

Nasnav: Ferhat Dilovan
Nav û paşnav: Ferhat Bûrhan
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Hanim û Vahdettîn
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Mijdara 2015 / Gabar