HPG-NÇR’ê diyar kir ku 28’ê Cotmehê de di saet 20.30’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî leşkerên weke du baskan ji qereqola Kitirê derketine eraziyê ji aliyê gerîlayan ve hin çalakî hatine lidarxistin û diyar kir ku di van çalakiyan de 15 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê şer û pevçûn, û operasyonên artêşa Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê de agahî da.
15 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG-NÇR’ê diyar kir ku 28’ê Cotmehê de di saet 20.30’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî leşkerên weke du baskan ji qereqola Kitirê derketine eraziyê ji aliyê gerîlayan ve hin çalakî hatine lidarxistin û ev agahî da; “Gerîlayên me yê van yekîneyên dijmin xistine bin kontrolê 5 caran bi awayeke bandor li wan dane. Piştî van çalakiyan he ta saet 00.30’an li hin cîhan pevçûn jî berdewam kiriye. Di encama van çalakiyan de 15 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakî pevçûnan ji aliyê artêşa dagirker li dijî herêmê bi balefirên şer û helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.”
MIDÛRÊ DIBISTANÊ HAT BINÇAVKIRIN
HPG-NÇR’ê da zanîn ku 30’ê Cotmehê di saet 12.00’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li bajaroka Girê Mîra alîkarî mudireke dibistana seretayî û wezîfedarekî dibistanê yên “xizmetê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta tirk dikin ji aliyê gerîlayên me hatine binçavkirin, wesayitên wan jî hatiye desteserkirin. Lêpîrsînên van kesan hîn berdewam dike, herweha ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve jî li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin.”
LI MÊRDÎNÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN
HPG-NÇR’ê gto; “Di 30’ê Cotmehê de di navbera saet 16.30-18.30’an de li navçeya Sitewrê ya Mêrdînê de di navbera gundê Cilînê û Şûtê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
HPG-NÇR da zanîn ku 30’ê Cotmehê di navbera saet 17.00-18.00’an de di navbera bajaroka Araban a bi ser navçeya Hezexa Şirnexêye û navçeya Nisêbîna Mêrdînê de ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di encama lêgerîna di wesayiteke bi gûman de 2 demance hatiye desteserkirin û 3 tirên li şûbeya petrolên tirk a Êlihê ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. “
HPG-NÇR’ê got; “Di 22’ê Cotmehê de di navbera navçeya Stewrê ya Mêrdînê û navçeya Bismila Amedê de operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin di 26’ê Cotmehê de bê encam paş de vekişiyaye.