HPG: Li Colemêrgê 5 leşker hatin kuştin

HPG: Li Colemêrgê 5 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku li ser rêya di navbera Colemêrg-Wanê de 3 çawişên pispor û di çalakiya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jî 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê agahiya ku digot 6 gerîlayên HPG’ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane jî derewand.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya weşand de ragihand ku li Colemêrgê 3 jê çawişên pispor, 5 leşker hatine kuştin.

2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 18'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî leşkerên qereqola 49'an ên dixwestin derkevin operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin herêma çalakiyê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

3 ÇAWIŞÊN PISPOR HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 20'ê Tebaxê de di saet 08.30'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê li ser riya Wan û Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke jamer hatiye rûxandin 3 çawuşên pispor jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê helîkoptereke xwestiye li herêmê daxîne wezna xwe wenda kiriye û perwane li serê serbazekî ketiye û miriye. Operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li herêmê destpêkiriye danê êvarî paş de vekişiyaye. “

HPG’Ê AGAHIYA ‘6 GERÎLA JIYANA XWE JI DEST DANE DEREWAND’

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 21'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li navbera Şirnex û herêma Gundikê Mele ya bi ser Cûdiyê ve helîkoptereke skorsky a ji leşkerên artêşa “dagirker” a tirk ên li operasyonê re erzak û cebilxane dikişand ji aliyê gerîlayan ve hatiye lêdan û derbe xwariye û hat gotin; “Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha nûçeyên di çapemeniya tirk de di derbarê şahadeta 6 hevalên me de derbas dibe dûrî rastiyê ye.”

LI GELIYÊ DOSKÎ PEVÇÛN”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 18'ê Tebaxê de di saet 14.30'an de di çarçoveya operasyona li Geliyê Doskî destpêkiriye û berdewam dike de li dijî leşkerên artêşa “dagirker” a tirk li nêzî Girên Glord û Çetan ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Dçarçoveya heman operasyonê de di saet 14.30'an de li nêzî Qereqola Oramarê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encma vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 21'ê Tebaxê de di navbera saet 15.30-16.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Kustanê yê bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”