HPG: Li Cizîrê kontrayek hate kuştin

HPG: Li Cizîrê kontrayek hate kuştin

HPG’ê der barê bûyera kuştina kesê bi navê Mehmet Guven ê ku 24’ê cotmehê hat kuştin de daxuyaniyek da û; “Ji aliyê gerîlayên me ve hatiye cezakirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di daxuyaniya xwe de got; “Di nava salên 90î de endameke tîma xencer ên di reşkuşiyên kiryarên wan ne diyar ên ji aliyê Jîtemê ve dihate kirin cîh digre, dîsa di kanûna 2011’an û di adara 2012 an de li herêma Cûdî bi awayeke çalak tevlî operasyonan bibû û destê wî di şahadeta rêhevalên me de hebû, Mehmet Guven di 24’ê Cotmehê de di saet 22.00’an de li navenda navçeya Cizîrê ya bi ser Şirnexê ye ji aliye gerîlayên me ve hatiye cezakirin.”