HPG: Li Çelê 3 çawişên pispor hatin kuştin

HPG: Li Çelê 3 çawişên pispor hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku, gêrîlayan li dijî Qereqola Girê û Girê Cigerxwîn çalakî pêkaniye û di çalakiyê de 3 çawişên pispor hatine kuştin û çawişek pispor jî giran birîndar bûye. Her wiha HPG’ê derbarê topbaranan de jî agahî dan.,

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) daxuyaniyek da û ragihand ku, “25’ê Mijdarê di demjimêr 09.00’an de li navbera Qereqola Girê û Girê Cigerxwîn de li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a Tirk ên ewlekariya rê digirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çawişên pispor hatine kuştin, çawişekê pispor jî giran birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

HPG-NÇR derbarê topbaranên li ser herêmên di bin kontrola gêrîlayan de jî agahî dan, “5’ê Mijdarê danê sibê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapêye ji aliyê artşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”