HPG: Li Çelê 17 leşker hatin kuştin

HPG: Li Çelê 17 leşker hatin kuştin

HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê de herî kêm 17 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê pevçûnên li Çelê, Şemzînan û Geverê de agahî da û got; “Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînanê ji aliyê gerîlayên me ve li navçeya Çelê çalakiyên berfireh hate lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 16'ê Cotmehê de di saet 22.10'an de li dijî girê ewlekariya Tabûra Serê Sêvê ya Çelê digire ji aliyê gerîlayan ve çalakiyeke serdegirtinê hatiye lidarxistin û ev agha îhate dayin; “Di encama vê çalakiyê de tankek û 3 çeperên dijmin hatiye têk şikandin. 5 leşkerên li çepera tankê û 8 leşkerên li çeperên din ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li herêmê 2 saetan pevçûnan berdewam kiriye. Di encama van pevçûnan de jî 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Piştî çalakiyê dijmin 17 kuştiyên xwe û birîndarên xwe yê hejmarên wan ne diyar bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

HPG-NÇR’ê got; “Di dema çalakiyê û piştî çalakiyê de helîkopterên kobrayan xwestine herêmê bombebaran bikin lê rastî bergiriya gerîlayên me hatine û demeke dirêj pevçûn qewimîne. Helîkopterên kobrayan ên naçar mane ji herêmê dûr bikevin, pişt re heta 17'ê cotmehê danê sibê bi balefirên şer, hewan û obusan herêm bi awayeke dijwar hatiye bombekirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin; “Di dema çalakiya serdegirtinê de 3 rêhevalên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê wê demeke kurt de ji raya giştî re were eşkerekirin.

Bi awayeke hemwext li dijî 8 qereqol û baregehên leşkerî jî ji aliyê gerîlayên me ve çalakî hatine lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî Qereqola Karataşê û girê ewlekariya vê qereqolê digire hatiye lidarxistin de 2 çeperên çeka A4 li gel leşkerên di hundirê wê de hatiye rûxandin, koneke leşkeran jî agir girtiye.

Herweha li dijî qereqola Girê ji 4 baskan, li dijî Tabûra Êrîş jî ji 3 baskan hatiye lêdan, Tûgaya Çelê, Tabûra Serê Sêvê û baregehên leşkerî yên Şikêr û Marûka jî bi awayeke bandor hatiye lêdan. Di encama van çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Piştî van çalakiyan ji 17'ê Cotmehê ji danê sibê heta êvarî gerîlayên me li Alaya Bilicana Çelê jî xistine. Hemû hedef bi awayeke bandor hatine lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

LI DIJÎ HÊZA OPERASYONÊ ÇALAKÎ

HPG-NÇR’ê diyar kir ku li dijî leşkerên di 14'ê Cotmehê de li dijî Geliyê Zapê derketibûn operasyonê, di 17'ê Cotmehê de di navbera saet 09.00-11.00'an de li dijî leşkerên li Girê Semedarê bi cîh bibû ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da; “Hemû çeperên leşkeran bi awayeke bandor hatiye lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Garê, Gûzareşê û Semedarê bi helîkopterên kobrayan xwestiye bombebaran bike, rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û naçar maye hi herêmê dûr bikeve.”

HPG-NÇR da zanîn ku ji 16'ê Cotmehê û vir ve bi navber li dijî Geliyê Zap û Garêya biçûk bi helîkopterên kobrayan, bi balefirên şer, hewan û obusan tê bombekirin û got; “Di 16'ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-14.00'an de li dijî Qala Şûkê ya bi ser Geverê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Operasyona di 1'ê Cotmehê de li herêma Geliyê Doskî ya bi ser Geverê de destpêkiribû di 17'ê Cotmehê de bê encam paş de vekişiyaye.”