Gerîlayên HPG’ê li sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê yên Amedê de çalakiyek li hemberî leşkerên derketine operasyonê li dar xistin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiya ku ji bo bîranîna gerîlayên li Farqîn û Gimgimê hat lidarxistin de herî kêm 12 leşker hatine kuştin û 4 nasname jî hatine desteserkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku roja 18’ê Tebaxê leşkerên artêşa Tirk ên li sêgoşeya Hênê, Licê û Karazê yên Amedê li hemberî herêma Şehîd Rojhat operasyonek berfireh dane destpêkirin. HPG’ê diyar kir leşkerên ku xwestine ji du milan ve êrîşê li dar bixin di saet 12:00’an de ji aliyê gerîlayan ve ketine kemînê.
Di berdewamiya daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin, “Ji leşkerên ku bi çekên BKC, B-7 û ferdî hedef hatine kirin 6 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Pevçûnên vê derê heya saet 16:30’an dewam kiriye. Di dema pevçûnê de helîkopterên Kobra jî tim herêma pevçûnê gulebaran kirine. Yek ji Kobrayên ku êrîş dikir bi awayekî bi bandor hatiye hedefgirtin û kobrayê derbek mezin xwariye û neçar maye ji herêmê dûr bikeve. Di dema van pevçûnan de gerîlayê me yê bi nave Dilgeş Batman şehîd ketiye.
Operasyon saet 21’ê bi awayê li derdora gundê Pilika yê girêdayî Licê û girên nêzîkê wê bi bicihbûnê re berfirehtir bûye û dewam kiriye. Gerîlayên me saet 22:00’an li hemberî artêşa Tirk a li gir bi cih bûne çalakiyek bi bandor li dar xistine. 3 çeperên li ser gir bi temamî hatine îmhakirin û gerîlayên me çûne ser 4 cenazeyên leşkeran. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk ên di vê çalakiyê û pevçûnan de hê zêdetir e.”
‘KELÛPELÊN LEŞKERÎ YÊN HATINE BIDESTXISTIN’
HPG’ê diyar kir ku gelek cebilxaneyên leşkerî jî ketiye destê hêzên gerîla û lîsteya kelûpelên hatine bidestxistin aşkera kir:
3 çekên G-3, 9 şarjorên wê, 270 guleyên wê
1 çeka BKC, 460 guleyên wê û gelek şerîdên wê
1 çeka Roketavêja B-7, 4 roket û heşûya wê
1 bombeya dest
1 bêtêla biçûk
2 cîhazên GPS’ê
2 telefon, 2 êlekên pola, 4 cilên baranê, 1 pûsûla, 6 çente, 1 nexşe û gelek kelûpelên din ên leşkerî hatine bidestxistin.”
‘NASNAMEYÊN LEŞKERÊN HATINE BIDESTXISTIN’
“HPG’ê diyar kir ku nasnameyên leşkerên, Mehmet Alî Ceben, Oktay Çoban, Alî Koç (Berbaz e) û Metîn Aydemîr (Berbaz e) jî hatine bidestxistin. HPG’ê da zanîn ku operasyon cih bi cih hê jî dewam dike.
‘DAXUYANIYA SERFERMANDARIYÊ DEREW E’
HPG’ê got, “Artêşa Tirk piştî çalakiyê erazî rasterast gulebaran kiriye. Di encama van gulebaranan de li erazî şewat derketiye.
Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Gimgim a Mûşê û Farqîn a Amedê şehîd ketine hatiye lidarxistin. Xelkê herêmê yê mudaxaleyî şewata li erazî kir li Farqînê rastî êrîşa artêşa Tirk hatine. Der barê daxuyaniyên Serfermandariyê yên têkildarî êrîşê tê gotin ji nava mertalên zindî hatiye kirin, ti eleqe û peywendiya yekîneyên me yên gerîlayan pêre tine ye.”
‘AGAHIYA NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAYE’
Agahiyên nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav: Dilgêş Batman
Nav û Paşnav: Yasîn Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Sevîm - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Tebaxê 2015 / Amed