HPG: Herî kêm 20 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê de herî kêm 20 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Di çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê de herî kêm 20 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Di çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê de herî kêm 20 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk ên van rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 20'ê Hezîranê saet di 23:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî konvoyeke artêşa TC a di rêya Wan-Colemêrgê re derbas dibû, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê bi 11 ambûlansan leşkerên mirî û birîndar hatin rakirin. Leşkerên artêşa TC gule li derdora xwe reşand.
Piştî vê çalakiyê li herêmê operasyonek hat destpêkirin. Ji ber vê operasyonê, di sibeha 21'ê Hezîranê de hêzên me û leşker li hev rast hatin û şer derket. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vî şerî zelal nebû. Di vî şerî de hevalekî me bi lehengî şer kir û şehîd ket. Artêşa TC li ser rêya Wan-Colemêrgê kemînan datîne. Hêza xwe ya operasyonê jî vekişandiye. Piştî vê çalakiyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê li sivîlan hatiye girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama çalakî û şer de bi giştî 11 leşker hatine kuştin."
LI AMEDÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA
Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla yên li Amedê, ev agahî hatin dayîn:
"Roja 20'ê Hezîranê, li navçeyên Amed Licê, Hênê, Hezro, Farqîn, Pasûr û Karazê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Artêşa Tirk rêya ji navenda navçeya Karazê heta qereqola Tapanê li çûn û hatinê girt. Di heman rojê de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qadên Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Apê Mûsa û Sisê yên Licê barandin. Artêşa TC di heman demê de Artêşa Tirk gelek gundên navçeyên Licê, Hênê, Hezro, Farqîn, Pasûr û Karazê li çûn û hatina mirovan qedexe kir.
20'ê Hezîranê, hêzên me li hemberî tabûra ewlekariya bendava li navçeya Pîranê dikir, çalakiyek pêk anî. Ev çalakî ji cihekî nêz ve hat kirin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
21'ê Hezîranê saet di navbera 16:30-17:00 de hêzên me li bendên kontrolê yên qereqola Balabadî ya li navçeya Amed Farqînê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Hêzên me her wiha dest danîn ser wesayîtên karkerên li bendavê dixebitin û 4 karker binçav kirin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:
LI COLEMÊRGÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
"Roja 21'ê Hezîranê saet di 10:15'an de, hêzên me li hemberî leşkerên li alaya Garê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.
21'ê Hezîranê saet di 13:20 de gerîlayên me yên YJA Starê bi çekên giran li qereqola Garna ya li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Geverê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Grana obus û hawan avêt herêmê
20'ê Hezîranê saet di 15:00 de li hemberî leşekrên li çeperên qereqola Tepê Ortê ya li navçeya Colemêrg Çelê, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê qereqolên Serê Sevê, Şikêr û Tepê Ortê obus û hawan avêtin herêma Çiyayê Reş.
BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HEFTANÎNÊ BARANDIN
Roja 21'ê Hezîranê saet di navbera 21:00-23:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundê Yekmalê yê li herêma Metîna, qadên Tepê ortê, Tepê Heqarî, Tepê Koordîne, Tepê Şehîd Karlos û Derarê barandin.
LI HEMBERÎ GELIYÊ MÛNZÛRÊ ÊRÎŞA BI HAWANAN
Ev 3 roj in qereqola Zargê ya li Dersîmê hawanan davêje Geliyê Mûnzûrê û bomberdûmanê dike.
LI QAXIZMANÊ ÇALAKÎ
Roja 20'ê Hezîranê, artêşa Tirk li herêma navbera gundên Kizilkîlît û Gorisinê yên ser bi navçeya Qers Qaxizmanê di nava tevgerê de bûn. Gerîlayên me derbên xurt li vê yekîneya leşkerî xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
LI TENDUREK Û EBEXÊ TEVGERA HEWAYÎ
Êvara 20'ê Hezîranê saet di 20:00 heta sibeha 21'ê Hezîranê, balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa TC li ser Tendurek a Agirî û Ebex a Wanê geriyan. Di heman demê de herêm bi hawan, obus û tankan hat bombekirin.
LI TENDUREKÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di sibeha 21'ê Hezîranê de, artêşa TC li Tendurekê dest bi operasyoneke berfireh kir. Leşkeran xwe li girên stratejîk ên li gundê Dasina yê Tendurekê danîn. Li hemberî van leşkeran gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Bi çekên ferdî û navîn gerîlayên me li van leşkerên li hev kom bûyî xistin. Komeke din a gerîlayên me jî çalakiyên sûîqestê pêk anî. Di encama van çalakiyan de 5 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Piştî çalakiyê, qereqola Kevirê Şamiya obus û hawan avêt herêmê. Operasyona li vê herêmê ji aliyê yekîneyên veşartî ve tê meşandin.
NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Nasnameya gerîlayê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:
Nasnav: Çiyager Rênas
Nav paşnav: Erkan Kayacan
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Gulbahar-Abdulvahap
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Hezîrana 2016 / Colemêrg."