HPG’ê sersaxî da malbata Nazlier

Fermandariya Herêma Amedê ya HPG’ê ji bo Hakan Nazlier ku bi mebesta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên li ser gelê Kurd bedena xwe dayî berê gir, sersaxî da malbatê.

Fermandariya Herêma Amedê ya HPG’ê di daxuyaniyê de got: ‘’Çiya Çekdar (Hakan Nazlier) hevalekî me ye ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêbertî û komkujiyên li dijî gelê Kurdistanê bedena xwe da ber agir û nerazîbûna xwe nîşan da. Hevalê Çiya ku ji ber sedema hin nexweşiyên wî yên tendiristiyê ji bo malê hatibû şandin û jiyana xwe weke welatparêzekî dijiya, 14’ê Cotmehê bedena xwe daye berê gir û 17’ê Cotmehê li gel hemû mudaxeleyan jî nehatiye xilaskirin û şehîd bûye.
Ev şêwaza çalakiyê ku ji hêla Rêbertiya me ve nayê pejirandin, li hêlekê binbariyeke giran dafirîne, em sersaxiyê ji malbata qedirbilind a hevalê me Çekdar re dixwazin.’’