HPG'ê nasnameyên 8 gerîlayên li Çarçela-Geliyê Doskî jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir û ew bibîr anî.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 22 sermawezê 2015, 13:46
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameyên 7 gerîlayên di operasyona Çarçela ya 6'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir û ew bibîr anî. HPG'ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk di 6'ê Îlonê de da destpêkirina yek ji operasyonên herî berfireh ên dîroka dewletê bû û got, "Di operasyona 65 rojan a Çarçela de, çekên ji teknîka giran hat bikaranîn û artêşê detayên berfireh ên vê operasyonê veşart bi vî rengî ser têkçûna xwe nixumand."
Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:
"Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk, hêzên me yên gerîla, bi ruhê lehengiyê yê hevalê Şehîd Reşît Serdar derxist holê, li ber xwe dan. Hêzên me yên gerîla bi rêbaz û taktîkên bi bandor re nehişt artêş bi pêş ve biçe û di encamê de artêşê windahiyên giran da. Bi Pêngava Şehîd Reşît Serdar re li hemberî hêza dijmina ji 20 hezar leşkeran, gerîlayên me li Çarçela û Geliyê Doskî li lehengî li ber xwe dan. Di vê bexwedanê de windahiyên me yên gerîla jî çêbûne.
Li Çarçela-Geliyê Doskî di meha Cotmehê de şerekî giran û çalakiyên bi bandor pêk hatin. Di vî şerî de 7 hevalên me yên ku me rewşa wan baş zelal nekiribûn, şehîd ketibûn.
Di şexsê her heft hevrêyên xwe yên ku li hemberî şerê bi çek û teknolojiya herî dawî ya dewleta Tirk, nirx û rûmeta xwe bi vîneke serketî parastin, em hemû şehîdên xwe yên Çarçela û Geliyê Doskî bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê bîranîna wan bi gavên ji xwe bawer bi ser bixînin.
NASNAMEYÊN 7 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Nasnameyên 7 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:
Nasnav: Alîşêr Cîlo
Nav û paşnav: Ferdî Altekîn
Ji dayikbûn: Colemêrg
Dê û bav: Merîce-Ferman
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Cesûr Çatak
Nav û paşnav: Kemal Gungor
Ji dayikbûn: Wan
Dê û bav: Gurcu-Reşîd
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Cûma Bargirî
Nav û paşnav: Cem Demîr
Ji dayikbûn: Wan
Dê û Bav: Aynûr-Eşref
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Fîraz Botan
Nav û paşnav: Mahfûz Kûtlû
Ji dayikbûn: Şirnex
Dê û bav: Zahîde-Reşît
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Şahîn Cîlo
Nav û paşnav: Cahît Çakçi
Ji daykibûn: Colemêrg
Dê û gav: Gulîzar-Asker
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Şoreş Soran
Nav û paşnav: Zanko Mûhammedî
Ji dayikbûn: Sine
Dê û bav: Çînî-Mûhammed Demîn
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Cemal Amed
Nav û paşnav: Makî Ceylan
Ji dayikbûn: Amed
Dê û gav: Sûltan-Mahmût
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî