Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bîlançoya şerê meha Cotmehê aşkera kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Şerê ku dewleta Tirk li hember Rêbertî û gelê me daye meşandin, îro li tevayî Kurdistanê gihiştiye asteke bêperwa û ev şer bi bêçaretiyeke ku heta şehîdgehên me yên ji bo gelê me xwedî qîmetekî mezin in hatine bombekirin dewam kiriye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev zîhniyeta destpotîk her roj gelê me û mirovên xwedî rêxistinbûyina demokratîk, bi êrîşên tinekirin û dûrxistinê yên qat bi qat ji salên 90’an zêdetir bi komkujiyan rû bi rû hiştiye. Gelê me û hêzên demokratîk li hember van êrîşên komkujer berxwedana xwe domandine, li hemberî her cure êrîşan, bi hevgirtineke mezin bûne bersiv, xwerêxistinbûyina xwe jî mezintir kirine û pêşdetir xistine.”
HPG’ê destnîşan kir ku operasyonên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi şerê xweparastinê yên hêzên gerîla ku bi performansek mezin meşandin, têk çûye. HPG’ê bi bîr xist ku Tevgera wan di 10’ê Cotmehê de biryara bêçalaktiyê girtiye, li hember vê jî hêza artêşa taybet a Erdogan lez daye operasyonan, êrîşên xwe zêdetir kirine.
HPG’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan: “Artêşa Tirk piştî hêzên me xwe ji qadên ku kontrola rêyan dikirin qedemeyekê paşve kişandin, bi zorê karibûn bikevinê. Vê ji bo xwe wek firsendê dîtin û bi taybet li xetên Dêrsim-Erzîngan, her wiha Colemêrg Şemzînan ku 2 mehan nikaribûn bikevinê, bi awayekî zêde li van deran dest bi operasyonan kirin û ev operasyon li tevayî Kurdistanê belav kirin.
26’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Çarçela-Oremar (Geliyê Dostkî-Bînbîr) operasyon pêş xist, tevahî teknîkên çekên di dest xwe de bikar anî, xwest ku encamê bigire û pêş bikeve. Lê li hemberî hakîmiyeta herêmê ya hêzên gerîlayên me têk çû. Di vî şerê ku bi taktîkên bandor û bi tarzê şer ê gerîla de dewleta Tirk windahiyên mezin da, windahiyên xwe jî bi medyaya şerê taybet ve her tim veşart.
Hêzên me li hemberî van êrîşên dijwar, di serî de Çarçela, li Botan, Amed, Dêrsim, Erzîrom, Agirî û li gelek qadan berxwedanek destanî nîşan da. Li hember vê artêşa ku tevahî teknolojiya leşkerî ya di destê xwe de bêsînor bikar tîne, hêzên gerîlayên me bi ruhê berxwedanê yê Apoyî şer kirin, planên dewleta Tirk û artêşa wê xera kirin û bê encam hiştin.”
DETAYÊN BÎLANÇOYA MEHA COTMEHÊ
HPG’ê detayên bîlançoya şerê mehekê ya di navbera 1 – 30’ê Cotmehê de wiha aşkera kir:
“Êrîş û operasyonên ku artêşa TC pêk anîne;
Operasyonên Bejahî : 26
Êrîşên Balafirên Şer : 94
Êrîşên Helîkopterên Kobra : 17
Êrîşên bi Hawan, Obus, Tank û Topan : 331
Tevgera Hewayî (Balafir û Kobra) : 53
Keşf : 89
Operasyonên bê Encam ên Bejahî : 7
Li hember operasyon û êrîşan çalakiyên gerîlayên me yên HPG-YJA Star;
Bi giştî çalakî û bersivdayîn : 116, ji van çalakiyan;
Çalakiyên Sabotajê : 20
Çalakiyên Sûîqestê : 17
Çalakiyên Kemîn û bi dizî : 8
Çalakiyên Kontrola Rê : 9
Pevçûnên rû dan : 25
Çalakiyên Giştî û Hedefgirtin : 57
Çalakiyên Encamên wan Nehatin Zelalkirin : 23
Detayên operasyon, pevçûn û çalakiyan wiha ne;
Hejmara Giştî ya Leşkerên Hatine Kuştin : 315
Polîsên Hatine Kuştin : 4
Tîmên Taybet ên Hatine Kuştin : 15
Kesên bi Paye yên Hatine Kuştin : 12 (1 serkomîser, 5 çawîşên pispor, 1 serbaz 3 berbaz, 2 serdar)
Leşkerên Birîndar : 107
Polîsên Birîndar : 1
Wesayîtên Zirxî yên Hatine Rûxandin : 5
Stasyonên Bazê yên Hatine Îmhakirin : 11
WesayîtênHatne Şewitandin (ên bi armanca leşkerî dixebitîn) : 17
Helîkopterên Kobra-Skorsky ên Hatin Derbkirin : 4
Wesayîtên Zirxî yên Hatin Derbkirin – (yek jê Tank) : 6
Cepxane û Kelûpelên Leşkerî yên hatine bidestxistin;
3 çekên melez
Çekek G-3, 2 şarjorên wê
Çekek BKC
Çekek bombeavêj,
Çekek sûîqestê ya (Bora),
Kleşek û 5 şarjorên wê,
2 tebence, tifingegeke pompeyî, êlekeke êrîşê û gelek kelûpelên leşkerê hatine bidestxistin.
Di encama operasyonên artêşa TC, pevçûnên rû didin û çalakiyên me de;
Gerîlayên Şehîd: 56, (3 hevalên me di berxwedana Şengalê de şehîd ketine.)
2 gerîlayên me jî dîl hatine girtin.”