HPG: Bombeya qazanê ya dewleta Tirk avêtibû, di çalakiya li Wanê de hat bikaranîn

HPG'ê diyar kir, di çalakiya li qada Beşyol a Wanê de, ku avahiya AKP'ê, nuqteya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet lê bûn, 18 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.

HPG'ê diyar kir, di çalakiya li qada Beşyol a Wanê de, ku avahiya AKP'ê, nuqteya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet lê bûn, 18 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, zêdeyî 30 wezîfedarên dewleta AKP'ê û polîsên tîmên taybet birîndar bûn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya li ser mijarê de ev agahî hatin dayîn:

"Bombeyeke qazanê ya ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta AKP'ê ve li Kurdistanê hatibû barandin, ne teqiya. Ev bombeya qazanê li wesayîtekê hat bicihkrin û bi polîsên li ber avahiya AKP'ê ya bajêr disekinî hat teqandin. Ev çalakî li dijî qetilkirina ciwanên Kurd ên li taxê Wanê û darbeya qeyûm a vîna gelê Kurd tine dihesibîne, weke bersivekê hatiye lidarxistin. Detayên vê çalakiyê bi vî rengî ne:

Roja 12'ê Îlonê saet di 10:45'an de, li herêma Beşyolê ku avahiya AKP'ê, nuqteya ewlekariyê ya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet (POH) lê bûn, çalakî hat lidarxistin. Li meydana ku çalakî lê pêk hat, avahiya Walîtiyê jî heye. Di encama vê teqînê de piraniya konteynirên POH'ê îmha bûn û 3 maşînên zirxî rûxiyan. Avahiyên AKP'ê û polîsan jî zerareke mezin dîtin.

Di encama vê çalakiyê de 18 polîs û tîmên taybet mirin, zêdeyî 30 wezîfedarên dewleta AKP'ê û POH birîndar bûn."