HPG: 9 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 9 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

COLEMÊRG

"Roja 25'ê Îlonê saet di 15:00 de, hêzên me li dijî leşkerên li girê 'Genîş' ê ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

25'ê Îlonê saet di 17:00 de, hêzên me li dijî konvoya leşkerî ya ji Çelê diçû navenda Colemêrgê, li nêzî gundê Dawuşa çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra îmha bû û 6 leşker mirin, yek jî birîndar bû.

Hêzên me roja 25'ê Îlonê saet di 13:00 û 16:30 de hawan avêtin qereqola Êrişê ya li navçeya Çelê. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

Operasyona artêşa TC a li qada Mergêzerê ya navçeya Gever a Colemêrgê, dewam dike. Roja 25'ê Îlonê saet di 15:30 de, artêşa TC bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî ser girên Bayê. Heman rojê saet di 16:00 de li vir şer qewimî û leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn bi helîkopterên Skorsky hatin rakirin.

WAN

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de, roja 25'ê Îlonê saet di 12:00 de li herêma navbera navçeyên Serav û Qelqelî yên Wanê, li dijî treneke bar a kelûmelên leşkerî dibir, hêzên me çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de gelek vagonên trenê îmha bûn û li gelekan şewat derket.

25'ê Îlonê saet di 17:00 de hêzên me bi çekên giran li tabûra Hespistanê ya li navçeya Elbak a Wanê dan. Di vê çalakiyê de avahî û kûleyên li herêmê hedef hatin girtin û derbên xurt li wan hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

ŞIRNEX

Hêzên me roja 25'ê Îlonê saet di 06:30 de li dijî leşkerên li ser rêya Kiryareş-Gitê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê kontrola rê dikirin, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi desteka cerdevanan li herêmê dest bi operasyonê kir. Operasyon saet di 12:00 de bi rengekî binketî, qediya.

MÛŞ

Roja 25'ê Îlonê, artêşa TC li qadên Kulanê, Baska, Karahamza, Baglo û Çirajêr ên li navçeya Gimgim a Mûşê dest bi operasyonê kir.

SEMSÛR

21'ê Îlonê, li qadên Xidsor û Kawî yên li navenda Semsûrê, artêşa TC operasyonek da destpêkirin. Operasyon roja 23'ê Îlonê qediya. Liv û tevgera yekîneyên veşartî yên li herêmê dewam dike."

'HETA EM DAGIRKERIYÊ BIQEDÎNIN, EM Ê TÊBIKOŞIN'

Di dewama daxuyaniyê de gerîlayên YJA Starê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî hatin bîranîn û hat gotin: "Hevalên me Dîren (Zehra Polat), Medya (Şîlan Ozdemîr), Nûda (Şîrîn Atiz), Rewşen (Ûmmû Cîhat Atli) û Viyan (Fadîle Işik) ên dan ser şopa Sema û Zîlanan û dest bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kirin, li gelek qadên têkoşîna me ya berxwedanê bi erka xwe rabûn.

Li nava refên me, li dijî mêtingerî, zilm û paşverûtiya li Kurdistanê berxwedan rê li ber serketinê, israra azadiyê jî vediguhere hêza afirandina jiyana nû. Her pênc hevrêyên mey ên jin ên cihê xwe di nava refên têkoşîna me de girtin, weke gerîlayên YJA Starê bi berpirsyarî û fedekariyeke mezin bi erka xwe rabûn. Hevala me Dîren di meha Gulanê de li Şirnexê şehîd ket. Di navbera 2'ê Îlonê û 15'ê Îlonê de hevalên me Medya, Nûda, Rewşen û Viyan li Zagrosê şehîd ketin. Em her pênc hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatên wan ên hêja re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ji bo bîranîna wan, em ê têkoşîna xwe heta qedandina mêtingeriya li Kurdistanê bidomînin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine:

Nasnav: Dîren Îspîrîz
Nav paşnav: Zehra Polat
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zahîde-Arîf
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2016 / Şirnex

Nasnav: Medya Çarçella
Nav paşnav: Şîlan Ozdemîr
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Medîne-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Nûda Cizîrî
Nav paşnav: Şîrîn Atiz
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Yildiz-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Rewşen Amed
Nav paşnav: Ûmmû Cîhat Atli
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zahîde Abdulbakî
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Îlona 2016 / Colemêrg

Nasnav: Viyan Dilara
Nav paşnav: Fadîle Işik
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Meysa-Mehmet Şakir
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Îlona 2016 / Colemêrg."

...