BI DÎMEN

Hişyariya 'dest ji şer berde' li AKP'ê hat kirin

Biryara şer a AKP'ê û qulipandina maseya muzakereyê, rastî nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberiyên herêmî tê. Daxwaza hevpar a sermaye, karker û rêveberên herêmî, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Biryara şer a AKP'ê û qulipandina maseya muzakereyê, rastî nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberiyên herêmî tê. Daxwaza hevpar a sermaye, karker û rêveberên herêmî, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Nûnerên rêxistinên kedê, sermaye û rêveberên herêmî ji ANF'ê re 'pêvajoya aştiyê' nirxandin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Êlihê A. Kadîr Demîr diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de li welêt bi taybetî jî li herêmê potansiyeleke xurt a tûrîzmê bi dest ket û destketiyên cidî yên aboriyê afirîn.

Demîr anî ziman ku di nava 2 salên dawî de 160 razemen ji bo razemeniyê li Êlihê bikin serî li wan dabûn û got, "Ev yek hatineyên pêvajoya aştiyê bû. Piştî 7'ê Hezîranê bûyerên li Pirsûsê destpê kirin û li Serêkaniyê dewam kirin, pirsgirêkên cidî derxist pêşiya welatê me. Bêguman em rewşeke bi vî rengî naxwazin. Divê rewşa şer bê sekinandin û pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Ji ber ku li herêma me, li welatê me fikarên cidî der bûne. Eger îro buhayê dolar derketibe ser 2800 TL, ev yek encama bêîstiqrariyê ye. Ji ber vê yekê pêvajoya aştiyê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng bû. Bala her kesî li pêvajoya aştiyê ye."

'BILA ÊDÎ ZAROKÊN ME NEMIRIN'

Demîr anî ziman ku divê bêyî hesabên siyasî divê her kes bikevin bin bar û di aştiyê de israr bikin. Demîr got, "Çawa ku ez zarokê xwe bi tiştekî din naguherim, dayikên gerîla, leşker û polîs jî ti tiştî ji zarokê xwe bi qîmettir nabînin. Eger em ewqasî qîmetê didin zarokên xwe, wê çaxê em çima pêşî li mirina zarokên xwe nagirin? Ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike divê heyet biçin Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo rewşa şer bê sekinandin, bang were kirin. Di rewşeke berevajî de eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê her kes zerarê jê bibîne."

'POLÎTÎKAYA TANSÛ ÇÎLLER WÊ WELÊT BER BI KAOSÊ VE BIBE'

Hevseroka DÎSK/Genel-Îş Şaxê Êlihê Narîn Erol da xuyakirin, ku ji ber AKP bi tena serê xwe di hilbijartinên 7'ê HezÎranê de nebû desthilatdar, dest bi şer kir û anî ziman ku dehfdana welêt ber bi kaosê ve, êdî ji aliyê herêmê û gelê Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin.

Erol da zanîn ku ne tenê Kurd êdî rêxistinên civakî yên sivîl jî li dijî şer dengê xwe bilind dikin û got, "Gelê herêmê gelekî baş dizane ku polîtîkayên şer ên AKP'ê ne çareserî ye. Daxwaza me jî ev e: Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Ev yek şertê aştiyê ye ku nebe nabe. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku muzakere li cihê hatiye hiştin, destpê bike. Girîng e hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn êdî bi awayekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin. Hikûmeta AKP'ê ya polîtîkaya salên 90'î ferz dike, divê zanibe ku êşên ji ber polîtîkaya şer a Tansû Çîller, Suleyman Demîrel û Mesût Yilmaz, hînê nehatine ji bîr kirin. Lewma gelê herêmê wê êdî careke din destûrê nede pêvajoyeke bi vî rengî careke din rû bide."

'KA DIGOTIN; WÊ ÊDÎ DAYIK RONDIKAN NEBARÎNIN'

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr diyar kir ku beriya 3 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rola xwe ya sermuzakerevaniyê re çek bêdeng kir û got, "Lê belê digotin, 'Divê Kurd ne li çiyê, li deştê siyasetê bikin'. Yên li vê derê siyasetê dikin, hewl tê dayîn bên tepisandin û bi hezaran siyasetmedarên Kurd niha li zîndanan tên ragirtin. Hem tuyê bi her awayî zilmê li yên siyasetê dikin bike, hem jî tuyê ji yên li çiyê re bêje siyasetê bikin. Bi vê polîtîkayê re wê her tim Kurdan winda bikin. Tayyîp Erdogan di propaganda xwe ya siyasî de bi gotina 'êdî wê rondikên çavê dayikan bisekine' bi salan destekek mezin ji gelên Kurd û Tirk wergirt. Lê belê Serokkomarê ku ji nişka ve xwe weke aştîxwaz nîşan da, niha qîrîna şer dike û polîtîkaya 'em ê wan ji kokê ve rakin' dimeşîne.

Îro li vî welatî dayikek nîne ku rondik nebarandiye. Zarokên tên fedakirin ne zarokên Serokkomar Erdogan e, ku bi gotina 'em ê zarokên xwe feda bikin' polîtîkayê dike. Zarokên malbatên xizan ên vî gelî dişînin ji şer re. Hevsera Erdogan bi xwe jî li ser zarokên di vî şerî de dimirin nagirî. Dema Kurdan deng da partiya wan temsîl dike, Erdogan Kurd weke dijmin îlan kir. Li Giyadînê du zarokan înfaz dikin û dibêjin milîtanên PKK'ê hatin kuştin. Yekane sedema wan, qutkirina gelê kUrd û Tirk ji hev e. Divê tevahiya gelên Tirkiyeyê zanibe ku mafê hikûmeteke demkî ya rewabûna xwe nîne, vî welatî bixe nav aşer. Diviyabû hikûmeta AKP'ê ji bûyerên 6-8'ê Cotmehê ders derxistibûya."

Ozdemîr anî ziman ku niha li bajarên Kurdistanê em bi kîn û nefreta tîmên taybet ên rûpêçandî re rû bi rû ne û got, "Bi vî rengî dewam bike li şûna yekîtiya gelan, wê gel ji hev qut bibin. Yekane rica me ew e ku dewlet tavilê dest ji van polîtîkayan berde, tecrîda li ser Birêz Ocalan rake û dest bi muzakereyê bike. Em dixwazin dest ji biryara kuştina zarokên kedkarên Kurd û Tirk berde."

'TECRÎDA LI SER OCALAN AMÛREKE ŞER E'

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî da zanîn ku eger ev pêvajoya kaotîk bi vî rengî dewam bike, wê nerazîbûna gel bilindtir bibe û ev nirxandin kir:

"Li pêşiya pirsgirêka Kurd projeyeke HDP'ê heye. Êdî hêzek heye ku dikare li her cihê Tirkiyeyê bersivê bide pirsgirêkan, gelan di aştiyê de îqna bike, bi rêbazên demokratîk gelan li hev bicivîne. Lewma divê mirov ji vê hêzê bawer bikin. Bi ferzkirinê, bi zorê, bi çekan çareseriya vê pirsgirêkê zehmet dixuye. Ji destberdana çareseriya pirsgirêkeke ewçend jiyanî bi hesabê dengan, wê wijdanan birîn bike."

Akel destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amûreke şer e û got, "Di pêvajoya çareseriyê ya bi Birêz Ocalan re weke sermuzakerevan hat meşandin de, desteka mezin a gel xweş dihat dîtin. Dewlet gelo wê ji niha û pê ve bi dewamkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan re di biryara xwe ya şer de israr bike, yan jî bi destpêkirina muzakereyan re wê ji nû ve pêvajoya çareseriyê li cihê mayî dewam bike? Civak bi lez û bez li benda biryarê ye."

...