BI DÎMEN

Hilbijartina nifûsê ya li Rojava bi dawî bû

Hilbijartina nifûsê ya li eyaletên Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrik ên Rojava hate lidarxistin, bi beşdariya ji hemû pêkhateyên herêmê bi awayekî serkeftî dawî bû.

Ji destpêka Şoreşa Rojava û şûn de di çarçoveya hilbijartina nifûsê ya yekem a li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê hate lidarxisin, li 3 eyaletên Rojavayê Kurdistanê hilbijartin bi dawî bûn. Di çarçovaya hilbijartina ku di saet 08:00’an de destpêkir û ji her pêkhateyên civakî bi dildar beşdabûnê ve bi dawî bû.

Erkdarên ku di hilbijartinê de cih girt û komîteyê Hilbijartina Nifûsê û gel, têkildarî xebatan ji ANF’ê re axivîn:

‘EV DIBE BINGEHÊ HILBIJARTINA SÎSTEMA FEDERALIYÊ’

Mamoste mûstefa Mihyedîn ê ku cih di hilbijatina nifûsê de digire anî ziman ku hilbijartina nifûsê gavekî pir girîn ge û ji bo hilbijartina sîstema federaliyê jî dibe bingeh.

Mihyedîn diyar kir ku gel bi menûnî pêşwaziya hilbijartina nifûsan kirin û wiha got: “Ji xwe endamên komîna jî îro li gel me kar dikin. Gel ji bo ku karê me bi aram derbas bibe bi me re dibin alîkar. Di lênûsa me de her laperke ji bo malbatekî hatiye cudakirin. Ez pir keyfxweşim ku beşdarî vê xebatê bûme. Spasiya endamê komîn û gel dikim ku yên bi me re bûne alîkar dikin.

Saîr Îshak ê ku ji eslê xwe Sûryaniye jî diyar kir ku ev demekî dirêje ku li Sûriyeyê hilbijartina nifûsan pêk nehatiye û wiha got: “Li Sûriyeyê ji ber şer û pêvajoyên siyasî gelek gûhertin hatine kirin. Ji ber vê yekê hilbijartinekî bi vî awayî pir girîng e.

Ji pêkhateya Ereban jî Hûrriye Deham jî destnîşan kir ku hilbijartina nifûsan gavekî pir girîng e û gavekî pir başe.

Suleyman Abdurahman Muhammed jî axivî û diyar kir ku piştî 5 salan a Şorşa Rojava ev hilbijartina nifûsan a yekem e, wiha anî ziman: “Gavekî pîroz e. Em ber bi federalîzmê ve diçin. Wê di hilbijartina sîstema fedaraliyê de ev hilbijartina nifûsê rolekî mezin bilîze. Bi vê gave wê hê zêdetir pêwîstiyên gelê herêmê yên Xwerêveberiya Demokratîk pêşwazî bikin.

‘RASTIYA GELEKÎ BI DISIPLÎN Û RÊXISTIN KIRÎ HATE DÎTIN’

Xelî Osman ê ku di komîteya Hilbijartina Nifûsan de cih digirt jî bibir xist ku li eyaletên Girkê Legê, Dêrik û Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê bi awayekî serkeftî hilbijartina nifûsan bi dawî bû, wiha pê de çû:

“Xebatên me bi awayekî rêxistin kirî bi rêve çû. Me komîteyek derxist. Ji bo vê xebata hilbijartina nifûsan nêzî 7 hezar kes hatin erkdarkirin. Bi mamoste û endamên nava komîna re ketin nava tevgerê. Her kom wê 25 malan bigerin û hilbijartinê pêk bînin. Me jimara erkdaran zêde kir ku ji bo xebatên gel ên heyî jî neyên piştçavkirin. Di hilbijartina nifûsê ya îro de gelê me bi awayekî dildar beşdar bûn. Her kesê deriyê mala xwe li erkdaran vekir û bi wan re bûn alîkar. Ev da nîşandan ku gelê me bi disiplîn û rêxistinkiriye. Her kes li mala xwe li benda erkdaran mabûn.”

Osman da zanîn ku di vê hilbijartinê de bê ku cudakariyê bêxin nava pêkhateyên herêmê yên mîna Kurd, Ereb, Sûryanî û h.w.d bi serkeftî hate pêkanîn. Ev hilbijartin dide nîşandan ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê çiqas mirovên koçber lê hene, dîsa li Sûriyeyê li hindir û li derve çiqas kes koçber bûne, gûherîn û vegûherîna ku di hilbijartina nifûsan de pêkhatiye radixe berçavan û ev yek pir girîng e.

‘GUNDÊN GIRÊDAYÎ REJÎMÊ JÎ SERÎ LI ME DAN’

Xelîl Osman ê ku di Komîteya Hilbijartina Nifûsê de cih digirt bi bîr xist ku ev hilbijartin wê di pêşerojê de ji bo hilbijartina sîstema fedaraliyê bibe binbehekî xurt û wiha pê de çû:

“Di vê hilbijartinê de hem jimara gel diyar dibe ku xizmetên ku ji bo wan bê kirin diyar dibe. Her kes beşdar bûn. Bi taybet ez dixwazim agahiyekî bi were parve bikim: Li Til Hemis a girêdayî Tirbespiyê 3 gundên girêdayî rejîmê îro serî li me dan ku beşdarî hilbijartinê bibin û beşdar bûn. Piştî û nifûs hatin diyarkirin û şûn de em ê ji gel re daxuyaniyekê bidin. 23’yê Îlonê li eyaletên mîna Tiltemir, Serêkaniyê, Dirbêsiyê , Amûdê hilbijartina nifûsê pêk hat. Hilbijartina nifûsê ya ku li Hesekê û Qamişloyê pêk hat jî di rojên pêşiya me de dema ku zelal bûn em ê eşkere bikin.”

 

...