Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi sedan kesên tevlî Nimêja Înê ya Sivîl bûn, piştî nimêjê heta goristana navçeyê meşiyan. Li ser goristanê Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bang li Serokwezir Erdogan kir û wiha got: "Ger ku tu wekî sultan û paşayên berê naxweze wekî hişmendiya împarator û yek hişmendiyan biçe berî her tiştî daxwazên girtiyan li ber çavan bigire."
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi sedan welatiyên ku di nimêja Înê ya sivîl de li hev kom bûn, piştî nimêja înê goristan ziyaret kir. Ziyareta goristanan ku duh ji ber baranê pêk nehat, îro bi girseyî pêk hat. Di ziyareta goristanê de Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan, Endamê Meclîsa BDP'ê Niyazi Çevrim, endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de bi sedan kes amade bûn.
Girseya ku li ser Goristana Şeyh Hasan ya Hezexê kom bûn, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Pişti rêzgirtinê Endamê meclîsa BDP'ê Niyazi Çevrim diya kir ku, şehîdên demokrasiyê j bo wan rûmet û şerefe û ew dê li doza wan xwedî derkevin.
‘BERÎ HER TIŞTÎ DAXWAZÊN GIRTIYAN BERÇAV BIGIRE’
Piştre Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî axivî û bal kişand ser çalakiya birçîbûnê ku 45 rojin didome. Kaplan bang li Serokwezir Erdogan kir û wiha got: "Ger ku tu wekî sultan û paşayên berê naxwezî wekî hişmendiya împarator û yek hişmendiyan biçî, berî her tiştî daxwazên girtiyan li ber çavan bigire. Heta niha gelek sultan hatin û çûn. Lê hemû mirin û tevlî dîrokê bûn. Ger ku tu daxwazan bersiv nedî daxwazan tu jî dê tevlî dîrokê bibe."
Kaplan anî ziman ku, Serokwezîr Erdogan wekî hişmendiya berê li ser yek ziman, yek netew û yek nasnameyê tev digere û dixwaze dîktatoriya xwe ava bike û wiha got: "Em dibêjin êdî bese. Gelê Kurd weki hemû gelê cîhanê statu, nasname û mafê xwe yê demokratîk dixwaze. siyasetmedarên Kurd 45 rojin di çalakiya birçîbûnê de ne. Divê daxwazên wan bên qebûl kirin. Bila her kes baş zanibe ku ger daxwazên gelê Kurd û girtiyan neyê qabûlkirin wê demê aştî, demokrasî û azadî jî pêş nakeve. Kaplan da zanîn ku ew li ber vê têkoşînê bi hurmetî bejna xwe ditewînin.
Komê piştî axaftinê sloganên "Bijî berxwedana zindana" û "Şehîd namirin" qêriyan û belav bû.