Hêzên xweparastinê jî di operasyonê de cih digirin
Êzidiyên li çiyayên Şengalê di bin banê ”xweparastin”ê de tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê dibin.
Êzidiyên li çiyayên Şengalê di bin banê ”xweparastin”ê de tevlî Operasyona Azadkirina Şengalê dibin.
Operasyona Azadkirina Şengalê di roja duyemîn de bi hemû leza xwe didome. Êzidiyên ku li çiyayê Şengalê jî di bin banê “xweparastin”ê de çek hilgirtin û tevlî hêzên YBŞ’ê dikevin nav şer. Êzidiyên tevlî operasyonê bûne wiha axivîn: “Em ê tola xwe ji çeteyên DAIŞ’ê hilînin, ev ji salek zêdetir ev êş bi me dan kişandin, em ê keçên xwe yên di destê wan de dîl hatine girtin rizgar bikin. Em ê îro Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Em ê tola dayikên xwe û xwişkên xwe hilînin.”
Şervanê YBŞ’ê Rûhat Şengal jî alîkariya Êzidiyên tevlî Operasyona Şengalê dibin dike, wiha got: “Em li vir pêdiviyên gelê me yê ji bo wezîfeya xweparastinê hatine yên çek û cebilxanê çareser dikin. Ji vir jî diçin navenda Şengalê û li wir li gel hevalên me yên di çeperan de tevlî pêngava Şengalê dibin.”