Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2 gundên din azad kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 2 gundên din azad kirin. Di operasyonan de 20 çete hatin kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 2 gundên din azad kirin. Di operasyonan de 20 çete hatin kuştin.
Pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di roja 10. de bi hemû hêza xwe dewam dike. Hêzên HSD'ê yên ku danê vê sibehê pêngava xwe ya ber bi Holê ve dewam kirin, gunekî li bakurê gundê Mekasîm Colan ê navê wê nehat zanîn û gundê Bosayê ji çeteyan paqij kirin.
Di şerê li van herêman de 10 çete hatin kuştin û çekên 'BKC'yek, yek B7, yek doçka ji 12.5'î û 1.500 fîşekên wê, yek M16, yek obus û qaîdeyek doçkaya 12,5 hatin desteserkirin.
Li aliyê din li duryana Xatûniyê di encama şerê di navbera hêzên HSD û çeteyan de 10 çete hatin kuştin.
Hêzên HSD'ê danê sibehê di navbera Hol û Xatûniyê de jî 2 gund û 2 gundik rizgar kiribûn. Di vî şerî de 2 jê serçete 16 çete hatibûn kuştin.