Hêzên mîlîs ên Heşd El Şebî li Tuzxurmatû ciwanek qetil kirin

Li navçeya Tuzxurmatû ya Kerkukê danê êvarî ciwanê 22 salî yê bi navê Seywan Salih Remezan ji aliyê hêzên mîlîs ên Heşd El Şebî yên girêdayî Îranê hat qetilkirin.

Li navçeya Tuzxurmatû ya Kerkukê danê êvarî ciwanê 22 salî yê bi navê Seywan Salih Remezanji aliyê hêzên mîlîs ên Heşd El Şebî yên girêdayî Îranê hat qetilkirin.

Seywan Salih Remezan ê bi jinbira xwe re li Tuzxurmatû ji bo pêdiviyên malê bikire derketibû derve di dema vegerê de ji aliyê mîlîsên Heşd El Şebî ve hat tacîzkirin. Dema Remezan ê ji eşîreta Lor bersiv da mîlîsan ew gulebaran kirin û qetilkirin. Şahidên bûyerê diyarkirin ku dema hêzên mîlîs jinbira Remezan tacîz kirin, Remezan ê nerazîbûn nîşan da ji aliyê hêzên mîlîs ve hat qetilkirin.

Li ser bihîstina bûyerê eşîreta Lor êrîşî hêzên mîlîs kir. Di pevçûna ku rû da, ji mîlîsên Heşd El Şebî du kes hatin kuştin 7 kes jî birîndar bûne. Hêzên pêşmergeyan ên mudaeleyî bûyerê kirin 4 mîlîsên Heşd El Şebî binçav kirin.

Hat ragihandin ku di bûyerê de gelek kes birîndar bûne, birîndarên destpêkê birine nexweşxaneya Daqûq piştî mudaxeleya yekemîn rakirine nexweşxaneya dewletê ya Kerkukê.

Hefteya bihurî jî dîsa li navçeya Celewla ya girêdayî Kerkukê di navbera pêşmergeyan û hêzên mîlîs Heşd El Şebî yên girêdayî Îranê de pevçûn derketibûn, hatibû diyarkirin ku gelek mîlîs di encama vê pêvçûnê de mirine.