Hêzên HSD'ê nêzî Holê ne
Hêzên HSD'ê bi azadkirina gund û gundikan re, navenda hilberîna teqemeniyê ya çeteyan rûxandin. Di operasyonê de herî kêm 7 çete hatin kuştin.
Hêzên HSD'ê bi azadkirina gund û gundikan re, navenda hilberîna teqemeniyê ya çeteyan rûxandin. Di operasyonê de herî kêm 7 çete hatin kuştin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê, di roja 11. de dewam dike.
Di şerê duh bi şev de ku çeteyên DAIŞ'ê windahiyên giran dan, hêzên HSD'ê gundê Melxuxa û gundikê Soranê ji çeteyan paqij kirin.
Di operasyona hêzên HSD'ê ya duh bi şev de, li gundê Mîtwesta yê li nêzî Gola Xatûniyê, serçeteyê bi navê 'Ûdeyîm Mihemed Sûltan' hat kuştin.
Li derdora Çiyayê Kizwanan jî, wesayîteke çeteyan ji aliyê hêzên HSD'ê ve hat îmhakirin. Di vê wesayîtê de serçeteyên bi navê Ebû Yûsûf û Ebû Omer jî di nav de 4 çete hatin kuştin.
Ber destê sibehê jî gundikê Soran hat azadkirin û di şerê li vir de 2 çete hatin kuştin, kleşek, karnasek, M16 yek, çekek B7 û dûrbînek şevê hatin desteserkirin.
Hêzên HSD'ê yên her bi pêş de diçin, 6 kîlometre maye xwe bigihînin bajarokê Holê.