Hêzên HSD'ê herêmeke stratejîk azad kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, piştî Xatûniyê û Hol ên li başûrê Hesekê, herêmeke din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û azad kirin.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê dewam dike.

Hêzên HSD'ê di şeva 21'ê Mijdarê de Fewca Melebiyê ya 10 kîlometre li başûrê Hesekê ye, dorpêç kirin. Piştî azadkirina gundê Til Xelîl ê li rojavayê Fewca Melebiyê, hêzên HSD'ê dor li Fewc, Mahlec (depoya pembû) û gundê Melebiyê girtin.

Di encama doprêça du saetan de hêzên HSD'ê duh bi şev ji nişka ve avêtin ser çeteyan. Di şerê li vir de Fewca Melebiyê, gundê Melebiyê, embara genim (sawama), Mahlec (depoya pembû) û gundikên li dora Melebiyê azad kirin.

Li herêmên hatin azadkirin, xebatên hêzên HSD'ê yên lêgerîn û paqijkirinê dewam dikin.

Herêma Fewca Melebiyê û gundên li derdorê, ku beriya niha di destê rejîma Baas de bû, di êrîşa havîna 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê de, ji ber ku hêzên rejîmê nikarîbûn li ber xwe bidin, alay û herêm ketibûn destê çeteyan.

Herêma Melebiyê, dema di bin dagirkeriya çeteyan debû, ji bo êrîşên li hemberî Hesekê baregeheke stratejîk bû ji bo DAIŞ'ê.