Hêzên HSD’ê gundek û gundikek azad kirin
Hêzên HSD’ê li rojhilatê Holê gundek û gundikek din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di pevçûnan de 11 çete hatin kuştin.

Operasyona ku hêzên HSD’ê li başûrê Hesekê daye destpêkirin di roja 14’an de didome. Şervanên HSD’ê di saetên serê sibehê de li rojavayê bajaroka Holê gundê bi navê Heqil Tişrîn ji çeteyan rizgar kirin. Di pevçûnan de 11 çete hatin kuştin.
Çend roj berê jî navenda qazê ya bi navê Heqil Tişrîn hatibû rizgarkirin.
Li heman herêmê gundikek ku navê wê nehat fêrbûn û 5 km dûrî Holê ye jî saet derdora 06.40’an de hate rizgarkirin. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li aliyê din rêya di navbera Heqil Tişrîn û tesîsên tijekirina xazê de jî ket bin kontrola hêzên HSD’ê.