Hêzên gerîla xwe gihandin navçeya Dubiz a ku rastî êrîşa DAIŞ'ê hat

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê saet di navbera 19:30 û 20:00 de êrîşî navçeya Kerkûk Dubizê kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê saet di navbera 19:30 û 20:00 de êrîşî navçeya Kerkûk Dubizê kirin. Heman piştî êrîşê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ketin nava tevgerê û xwe gihandin navçeyê.

Çeteyên DAIŞ'e duh êvarê şev li hemberî navenda polîsan û asayîşê ya Dubizê êrîşa întixarî pêk anîn. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di êrîşê de wesayîteke bombebarkirî hatiye bikaranîn. Di vê êrîşê de 4 wezîfedarên asayîşê jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.

Heman piştî teqîna li avahiya asayîşê, teqîna duyemîn li navenda polîsan pêk hat. Hat ragihandin ku ev teqîn jî ji ber êrîşa xwekujî rû daye. Li vê derê 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Di her du êrîşên duh de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

GERÎLA LI DUBIZÊ NE

Hêzên HPG û YJA STAR'ê yên li eniya şer cih digirin, heman piştî teqînê xwe gihandin Dubizê. Ji fermandarên HPG'ê Cemal Amed, serdana serxweşiyê li Fermandarê Asayîşê Nerîma Mihemed kir.