Hêzên dewletê welatiyên ji bo piştgiriya berxwedana Nisêbînê tên asteng dikin
Bi sedan kes ji bo tevlî berxwedana Nisêbînê bibin ber bi Nisêbînê ve diherikin. Tevî astengkirina polîs û leşkeran hejmara welatiyan her diçe zêdetir dibe.

Bi sedan welatiyên ku ji bo tevlî berxwedana navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ev 10 roj in di bin terora dewletê de ye bibin berê xwe dan navçeyê. Beriya ku Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna û heyeta pê re bên, ji navçeyên Mêrdînê welatî bi dehan wesayîtan ve hatin ketina navçeyê.
POLÎS Û LEŞKERAN RÊ GIRTIN
Li sêgoşeya rêya Artûklû, Qoser û Nisêbînê, di derketina Qoserê, li ser rêya Qereqola gundê Darê, di 35'emîn kîlometreya rêya Nisêbînê, li ser rêya Cizîr û Nisêbînê û li ser rêya Midyad û Nisêbînê polîs û leşkeran nuqteyên kontrolê danîn û dixwazin welatiyên ku tên asteng bikin.
Tevî astengkirina hêzên dewletê welatî ber bi Nisêbînê ve tên. Hejmara welatiyên ku ji bo tevlî berxwedana gelê Nisêbînê bibin her diçe zêdetir dibe.