Hêzên dewletê li Elkê 4 welatî qetilkirin - HAT NÛKIRIN

Hêzên dewletê piştî fermana Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li navçeya Elkê ya Şirnexê terora dewletê pêk anî û her der kir qada şer.

Hêzên dewletê piştî fermana Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li navçeya Elkê ya Şirnexê terora dewletê pêk anî û her der kir qada şer. Hêzên dewletê di êrîşen bi topên hawanê û çekên giran de 3 welatiyên sivîl qetil kirin û 4 welatî birîndar kirin. Ajokarê ambulansê ku çû polîsê birîndar wergire jî di êrîşa polîsan de hat kuştin.

Li navçeya Elkê şa Şirnexê piştî gerîllayên HPG'ê li dijî leşker û polîsan çalakî pêk anî, polîs, leşker û tîmên taybet bi çekên giran her der da ber gule û topan. Tîmên taybet û polîesan li navçeya Elkê terora dewletê meşand. Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Elkê jî topên hawanê avêt derdorê. Di encama teqînên topên hawanê de zêdeyî 10 xanî û mizgeftek tev hilweşiyan.

TÎMÊN TAYBET AVAHIYÊN ŞAREDARÎ, HDP Û DBP'Ê DA BER GULEYAN

Piştî leşkeran top avêtin nava gundan û çoltarê, Hêzên dewletê jî bi maşîneyên zirxî ketin kolanan û dikan, mal, avahiya şaredariyê û avahiyên HDP-DBP'ê gulebaran kir. Di gulebaranê de zêdeyî 20 dikanên welatiyan zerar dît. 4 dikan hemû hilweşiyan. Di gulebarana polîs û tîmên taybet de 2 welatiyên ku nasnameya wan nehat diyarkirin birîndar bûn. Maşînêyên zirxî avahiyên Şaredarî, HDP û DBP da ber guleyan. Dîsa trafoyên taxê da ber guleyan û ceyrana navçeyê qut kirin.

TOPA HAWANÊ AVÊTIN GUND Û 3 WELATÎ QETIL KIRIN

Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Elkê bi hawanê top avêtin gundê Setkar, Tilbes, Faraşîn, Meydan, Germav û Gernexê Tivorê. Di encama topbaranê de gelek top li gundê Setkarê ketin. Di teqîna topan a li Setkare de di malekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Di malekê de bav Ahmet Temel, kurê wî Behçet Temel û xizmên wî Aliya Temel jiyana xwe ji dest dan û Fevzi Temel û Kurê Ahmet Temel Hasan Temel bi giranî birîndar bûn. Cenazeyê 3 kesên jiyana xwe ji dest dan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Birîndar jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê û Şirnexê. Hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dan xizmên Şaredarê berê yê Elkê Yusuf Temel in.

POLÎSAN LI AMBULANSÊ GULE REŞANDIN Û AJOKAR KUŞTIN

Piştî bûyeran Qeymeqam li ajokarê ambulansê geriya û xwest polîsên birîndar rake nexweşxaneyê. Ajokarê ambulansê di ketina navçeyê de rastî gulebarana polîsan hat. Polîsan ajokarê Ambulansê Şehmuz Dursun gulebaran kir û kuştin. 2 peyvirdarên tenduristiyê jî reviyan û xwe xelas kirin. Cenazeyê Dursun jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.

HERÊMÊN ÇIYÊ DIŞEWITIN

Piştî êrişan helîkopteran jî çiya bombebaran kir û li çiyê şewat derket. Şewata ji aliyê leşkeran ve dest pêkir didome.

WEKÎLÊN HDP'Ê ÇÛN ELKÊ

Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu û Aycan Îrmez jî bi lezgîn çûn navçeyê û dest bi lêkolînê kirin.