Hêzên derveyî sîstemê, biçin ser kar!

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik diyar kir ku di nava partiyên tevlî hilbijartinê dibin de ya ji hemû beşên civakê namzet nîşan daye HDP ye û got, "Serketina HDP'ê wê bibe gaveke mezin a Tirkiyeyê biguherîne û pirsgirêka Kurd çareser bike."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser lîsteyên namzetan ên partiyên tevlî hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin û diyar kir ku hemû partiyên tevlî hilbijartinê dibin de ya ji hemû beşên civakê namzet nîşan daye HDP ye. Bayik destnîşan kir ku serketina HDP'ê wê bibe gaveke mezin a guhertina Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd.

Bayik bang li her kesên li Tirliyeyê demokrasî, azadî û îstîqarara aborî û civakî dixwazin kir, ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de, ev xal destnîşan kir:

"Hemû partiyan namzetên xwe yên parlementiyê aşkere kirin. Di nava partiyên heyî de ya ku ji hemû beşên civakê namzetan nîşan dan HDP bû.  HDP’ê jin, li cihên ku werin hilbijartin nîşan da. Di nava HDP’ê de herî kêm 25 parlementerên jin werin hilbijartin. Ev jî tê wateya ji sedî 40’î. Cara yekemîn e di nava partiyeke de nûnerên rêxistinên Elewiyan li cihên ku werin hilbijartin, mîna namzet hatine danîn. Serokê Rêxistinên Elewiyan ên Ewropayê, Serokê Komeleyên Pîr Sultan Abdal, Serokê Komeleyên Hubyar Sultan û bernamevanê TV 10 ku ji bo Elewiyan weşanê dike bûne namzetê HDP’ê.  Miftiyê Amedê jî di nav de herî kêm 6-7 kesên xwedî meyldariya Îslamî mîna parlementer wê werin hilbijartin. Suryaniyek, Ermeniyek, Mihelmiyek, du Êzidî û namzetên Ereb jî wê werin hilbijartin. Careke din gelek nûnerên kevneşopiya çepên Tirkiyeyê ji cihê werin hilbijartin, bûne namzet. Ji bilî Kurdan beşên din ên civakê ku li derveyî siyasetê hatine hiştin cara yekemîn wê di meclîsê de cihê xwe bigirin. Ev di dîroka Tirkiyeyê de tiştekî nû ye. Bi vî karakterê xwe tekane partiya ku nûnertiya tevahiya Tirkiyeyê dike HDP ye. 

HDP’ê bi bername û profîla namzetên xwe careke din nîşan da ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd mîna hedef daniye ber xwe. Nûbûna bi tenê ya vê hilbijartinê wê serketina HDP’ê be. Bijarkên din tev nûnertiya Tirkiyeya kevin dikin. Tirkiyeya nû û bijarka jiyana nû tenê di serketina HDP’ê de heye. Serketina HDP’ê wê bibe gaveke mezin a Tirkiyeyê biguherîne û pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev hilbijartin wê mîna têkoşîna têgihiştinên siyasî û projeyan derbas bibe. Li dij têgihiştina neteweya yekparêzî ya AKP û CHP’ê, HDP bi têgihiştina neteweya demokratîk a pirçandî wê bibin bijarkên bingehîn ê hilbijartinê. Hemû kom wê dengê xwe bidin polîtîkayên van partiyên xwedî projeyên cuda. Ji ber vê yekê jî di serî de Kurd û Elewî hemû gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û azadiyê wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi dehên salan, heta sed sale dimeşînin de bi serketina HDP’ê ya hilbijartinê re pêngaveke mezin pêk bînin. Dengên ji bo HDP’ê werin dayîn wê bibin dengê ji bo berdelên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de hatine dayin.

Di vê hilbijartinê de AKP û CHP wê ji bo astengkirina serketina HDP’ê bikevin nava hewldanên mezin. Serketina HDP’ê wê polîtîkayên van her dû partiyan bêbandor bike û rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke. Rêya bi tenê ya rizgarbûna ji kaosa aborî, çandî, civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê, serketina HDP’ê ya hilbijartinê ye. Her kesê dixwaze li Tirkiyeyê demokrasî, azadî û îstîqrara aborî û civakî saz bibe divê dengê xwe bide HDP’ê. Her AKP’î, CHP’î her wiha MHP’î yên ku dixwazin li Tirkiyeyê aştî û îstîqrar pêk were divê dengê xwe bide HDP’ê. Bi taybetî derdorên nêzî AKP’ê derbarê profîla namzetên HDP’ê de spekulasyonan dikin û dixwazin serketina HDP’ê asteng bikin. Ji bo polîtîkayên xwe yên dij-demokratîk û ji çareseriyê direve; dîsa namzetên xwe yên diz, berjewendîparêz û îstîsmarvan veşere hewl dide profîla namzetê HDP’ê ku tevahiya Tirkiyeyê temsîl dike reş bike, xirab nîşan bide. 

Tirsa AKP’ê û CHP’ê, HDP ye. Ji bo li dij HDP’ê têk neçin cih dane namzetên jin. Hêza ku bû sedem ku namzetên jin ên CHP’ê zêde bibin û di lîsteya AKP’ê de jin cih bigirin şik û guman tine ye, ku HDP ye. HDP bi vî aliyê xwe jî li Tirkiyeyê guherîn û pêşketinê pêk tîne. 

Ne namzetên rêxistinên Elewî bin jî CHP cih daye hin kesayetên Elewî. CHP, civakên etnîkî û olî ne bi nasnameya komî, bi takekesî wan qebûl dike. Ji ber ku têgihiştina netew-dewlet bingeh digire ne xwedî feraseta demokrasiya girêdayî rêxistinên civakî ye. Bi vî karakterê xwe mîna AKP’ê ji têgihiştina demokrasiya rast dûr e. Ji ber vê yekê Elewî jî, kom û beşên din ên civakê jî, jin jî wê rûyê rast ê CHP’ê û AKP’ê bibînin û dengê xwe bidin HDP ya ku demokratîkbûneke bingehîn ji xwe re kiriye hedef. 

Bi coşeke mezin beşdarbûna xebatên hilbijartinê ya hemû bernamzetên HDP’ê yên ketin lîsteyan û yên derveyî lîsteyê man ji bo serketina HDP’ê girîng e. Ji ber ku di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn zihniyetên siyasî û proje di hilbijartinekê de dikevine nava têkoşînê. Di dîroka Tirkiyeyê de heta niha hilbijartin mîna têkoşîna partiyên nava sîstemê derbas bûne. Ji Partiya Karkeran ve cara yekemîn partiyeke derveyî sîstemê li dij partiyên sîstemê dikeve nava têkoşîna hilbijartinê. Ji ber vê yekê jî her kesê dixwaze sîstem were guhertin divê dengê xwe bide HDP’ê."