Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî gihand Kobanê û Şengalê
Saziya Mirovahiyê Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe yên ji bo Kobanê û Şengalê dewam dike.
Saziya Mirovahiyê Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe yên ji bo Kobanê û Şengalê dewam dike.
Di çarçoveya Kampanyaya dermankirina birînên Kobanê û Şengalê de Heyva Sor a Kurdistanê bi alîkariya karmendên Kurd, Komeleya Çira Tv û Federasyona Komeleyên Êzidiyan 5 Ambulans, 2 Nexweşxaneyên Seyyar û Kamyoneke Cemedê tijî derman û alavên tenduristiyê ji bo welatiyên Kobanê û Şengalê şandin.
Heyva Sor a Kurdistanê rojên derbasbûyî bi slogana “Dem derma dermankirina birînên Kobanê û Şengalê ye”, kampanya alîkariyê dabû destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de, li tevayî Elmanyayê xebatên berfireh hatin birêvebirin. Bi vê armancê, bi alîkariya Karmendên Kurd, Komeleya Çira TV û Federasyona Komeleyên Êzidiyan alîkariyên bi wate ji bo welatiyên Kobanê û Şangalê şandin.
Li gorî vê yekê, Karmendên Kurd Ekrem Ataş, Mahmut Kayîş, Hayrettîn Çelîk, Kenan Uçar û Tahîr Şenol 4 ambulans, Komeleya Çira TV û Federasyona Êzidiyan Nexweşxaneyek Seyyar û ambulansek, Heyva Sor a Kurdistranê jî, Nexweşxaneyeke Seyyar, kamyoneteke cemedê, 20 ton derman û gelek alav û cîhazên tenduristiyê şandin.
Ji van 4 ambulans û Nexweşxaneyek Seyyar ji bo Kobanê, her wiha ambulansek, Nexweşxaneyek Seyyar û Kamyoneteke Cemedê ji bo Şengalê hatin şandin.
Alîkariyên ku derbasî Kobanê û Qamişlo bûn, radestî rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê hatin kirin û bi rêya vê saziyê wê bigihêjin deverên pêwîst.
Karmendên Kurd ragihandin ku wan li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê, li gorî derfetên xwe beşdarî kampanyayê bûne û bang li hemû karsaz û karmendên Kurd ên Ewrûpayê kirin da ku erka xwe ya exlaqî û mirovahî bicih bînin û bi awayekî çalak tevlî pêvajoya dermankirina birînên Kobanê û Şengalê bibin.
Ji karmendên Kurd Ekrem Ataş der barê kampanyaya alîkariya Kobanê de anî ziman ku ew wek karmendekî Kurd piştî wêrankirina bajarê Kobanê tevî komeke ji karmendên Kurd li hev kom bûne û biryar dane ku destê alîkariyê dirêjî welatiyên Kobanê û Şengalê bikin.
Ataş da zanîn ku wan bi şandina 4 ambulansan, erka xwe ya exlaqî û mirovahî bi cih anîne û bang li tevahiya karmendan kir da ku xwe ji dermankirina birînên Kobanê û Şengalê berpirsiyar bibînin.
Ekrem Ataş diyar kir ku wan bi desteka Heyva Sor a Kurdistanê karîbûn alîkariyên xwe bighînin welatiyên Kobanê û divê hemû Kurdên Ewropayê piştgiriyê bidin Heyva Sor a Kurdistanê.
Karmendên Kurd Mahmut Kayîş, Kenan Uçar, Hayretîn Çelîk û Tahîr Şenol jî, anîn ziman ku ew ê ji niha û pê ve jî, hewldanên xwe yên ji dermankirina birînên Kobanê û Şengalê dewam bikin.