Heyeta KCD, HDK û HDP'ê ya tevlî Newroza li Cizîrê bibe hat astengkirin

Hevserokên HDP, DBP, KCD û Hevberdevkên HDK'ê yên ji bo tevlî Newroza li Cizîrê bibin bi rê ketin, li pêşiya gundê Basiprîn ê 20 kîlometre dûrî Hezexê hat sekinandin. Hêzên dewleta Tirk nahêlin heyet derbas bibe.

Heyeta ku ji Amedê ji bo fînala Newrozê ya li Cizîrê ket rê, li pêşiya gundê navçeya Hezexê ya Şirnexê hat sekinandin. Pêşiya heyeta di nav de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û parlementerên HDP'î jî tê de ji aliyê polîs û leşkeran ve hat girtin. Hêzên dewletê yên bi wesayîtên zirxî rê girtin, wek hincet biryara Walîtiya Şirnexê pêşkêş kirin û destûra derbasbûyînê nadin. 

Rawestandina heyetê didome.