Heyeta HDP’ê ya diçû taziyeyê hat astengkirin
Heyeta HDP’ê ya xwest biçe taziyeya Mehmet Gunduz ê li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hat astengkirin.
Heyeta HDP’ê ya xwest biçe taziyeya Mehmet Gunduz ê li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hat astengkirin.
Li Farqîna Amedê di roja 7. a “qedexeya derketina kolanan” êrîşên polîs û tîmên taybet ku didomin, gel bi berxwedaneke mezin bersiv dide êrîşan. Hêzên dewletê bi çekên giran, tank û topan êrîşî gel dikin.
Heyata ji DBP, HDP, KJA û parlamenterên HDP’ê pêk dihat, xwest malbata Mehmet Gunduz ê ku di encama gulebarana tîmên taybet a li ser qehwexaneya Dîcle a li ser Cadeya Amedê ya Taxa Ferîdûn de jiyana xwe ji dest dabû, ziyaret bikin. Dema xwestin biçin Taxa Konak ku cihê malbat lê rûdinê, ji aliyê polîsan û tîmên taybet di ketina taxê de rêya wan hat birîn. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ destûr nedan heyetê, piştî rawestandinek dirêj, heyet bê ku ziyareta taziyeyê bike, vegeriya.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel jî di nav heyeta hat astengkirin de bû, dema got ku Engîn Gezîcî û Îsmet Gezîcî jî ji aliyê gulebarana polîsan hat qetilkirin, amirê polîsan têkîldarî qetilkirina meta Gezîcî û Engîn Gezîcî ev axaftin kir: “Dema me xwest em çeka Engîn Gezîcî jê bigirin, gule lê ketin.”
Li taxên Tekel, Mescît û Konak êrîşên tîmên taybet hê jî didomin, ji gelek malên taxê dûman bilind dibe.
Her wiha 2 roj berê li ser Cadeya Diyarbakir welatiyan komkujiya Farqînê protesto dikirin, di encama êrîşa polîsan de 23 kes hatibûn binçavkirin. 3 kes heman rojê li emniyetê hatibûn berdan, 20 kesên ku sewqî edliyeyê kiribûn jî bi pêkanîna kontrola edlî serbest hatin berdan.