Heyeta HDK'ê li Şirnexê lêkolînan dike

Heyeta li ser banga HDK'ê ava bû, li Şirnexê ye. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Sedat Şenoglû ku di nava heyetê de cih digire got, "Rewşa ku me li vir dît, ji erdhejê jî xerabtir e."

Li ser banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), heyetek li Stenbolê ava bû û hat Şirnexê.

Heyet ji endamên Desteya Rêveberiya HDP'ê, Bloka Aştiyê, Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilat, SODAP, Kovara Çagri û ESP'ê pêk tê. heyet duh gihîşt bajêr. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Acan Îrmez bi heyetê re digere.

Heyetê li bajêr danûstandin kir û çû serdana taxên hê jî tên xerakirin. Endamên heyetê bi mirovên mexdûrê şer re rûniştin. Heyet wê sibe ji bajêr derkeve.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Sedat Şenoglû çavdêriyên xwe vegot û got, "Rewşa ku me li vir dît, ji erdhejê jî xerabtir e. Bajar bûye qada şantiyeyê. Li her derê makîneyên kar hene û xaniyan xera dikin. 8 tax bi temamî xera kirine."

Şenoglû diyar kir, ew bi gelê mexdûr re axivîne û got, "Hin jê dixwazin xaniyên xwe tamîr bikin û lê bijîn. Lê dibêjin, dewlet destûrê nade."

Şenoglû da xuyakirin, ku dema vegeriyan Stenbolê ew ê çavdêriyên xwe bi berfirehî ji raya giştî re eşkere bikin.