Heyeta Elman li Rojava ye

Heyeta Partiya Çep a Elman hat bajarê Girê Spî û bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî.

Heyeta Partiya Çep a Elman hat bajarê Girê Spî û bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî.

Heyeta Partiya Çep a Elman (Die Linke) ku hatiye Rojavayê Kurdistanê bi serkêşiya Martin Dozler û alîkarê wî Britta Eder hat bajarê Girê Spî ku Rêveberiya Xweser lê hatiye ragihandin da ku çavdêriyê li rewşa bêjar bike.

Heyet ji aliyê Hevserokên Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Mensûr Selûm û Leyla Mustefa hate qebûlkirin.

Mensûr Selûm rewşa bajêr ji endamên heyetê re şîrove kir û êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Girê Spî vegot. Selûm diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser li Girê Spî hatiye ragihandin, dewleta Tirk dest bi êrîşan kir.

Endamê Partiya Çep a Alman Martin Dolzer jî got ku ew dixwazin nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava bêhtir nas bikin û û li Elmanyayê bidin pêkanîn.

Martin li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Girê Spî nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev yek nayê qebûlkirin.

Heyet wê îro li nava bajarê Girê Spî bigere û rewşa welatiyan ji nêz ve dişopîne. Paşê wê berê xwe bide bajarê Kobanê.

Heyeta Partiya Çep (Die Linke) 25’ê Cotmehê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, li nava sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser û yên civaka sivîl ên kantona Cizîrê gelek serdan pêk anîn.