Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementerê Mêrdînê di dema serdana Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de diyar kir ku heye dê sibe bibe sedema karesatekê û bang li gelê Kurd û hemû kesên dibêjin “Ez mirov im” kir û xwest bê deng nemînin.
Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Parlementerê Mûşê Sirri Sakik bi boneya salvegera erdheja Wanê çûn Wanê û li wir jî çûn serdana Girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Turk di serdana girtîgehê de tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û bi girtiyên di greva birçîbûnê de hevdîtin pêk anî. Turk, piştî hevdîtinê ber girtîgehê daxuyanî dan û diyar kir ku ew ji bo êşa gelê Wanê parve bikin, di salvegera erdheja Wanê de hatine Wanê.
Turk bal kişand ser rewşa girtiyan û destnîşan kir ku di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û gelek siyasetmedarên Kurd dîl tên ragirtin. Turk, anî ziman ku wan li girtigehê de bi taybet serdana girtiyên ku ketine çalakiya birçûnê kir û wiha got: "Niha bi hezaran Kurd hîn di girtîgehan de ne. Di zîndanan de pêkanînên 12'ê Îlonê hene. Çalakiyên îro yên greva birçîbûnê 12'ê Îlonê tîne bîra mirov. Di 12'ê Îlonê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirovan fonksiyonên xwe yên jiyanê winda kirin."
Turk bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ketiye roja 42'yemin de û wiha got: "Îro çalakiya gireva birçîbûnê ket roja 42'an û her ku diçe pirsgirêk ber bi rewşek xeter ve diçe. Lê ez dikarim vê jî bejim, li hember vê rewşê bêdengiyek mezin heye. Em baş dizanin ku eger ev bêdengî berdewam bike dê pêşî li karesatek mezin veke. Ez bang li hemû rêkxistinên sivîl, rewşenbîr û ew kesên ku bawerî bi mafê jiyanê tînin dikim; çi tiştê ku dixwazin bejin bila bejin û ji bo vê rewşê bêdeng neminin û dengê xwe derbixin. Dîsa em bang li gelê xwe dikin divê êdî dest ji bêdengiya xwe berdin û dengê xwe bi awayek bilind bînin ziman. Pêwîste gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derbikeve. Em li bendê ne ku gelê me dengê xwe bi awayek herî xurt bilind bike."