Hevserokên DBP'ê yên Wanê hatin girtin
Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman û Okkeş Kava hatin girtin.
Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman û Okkeş Kava hatin girtin.
Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman û Okkeş Kava yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, duh bi şev ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Dadgehê biryara girtina Dûman û Kava da û ew li girtîgehê bi cih kir.