Hevserokê Şaxa DÎSK’ê ya Dêrsimê hat girtin
Hevserokê Şaxa DÎSK’ê ya Dêrsimê Erkan Yilmaz li ser îfadeya 4 polîsan bi sûcdariya “li hember polîs li ber xwe daye” hat girtin.
Hevserokê Şaxa DÎSK’ê ya Dêrsimê Erkan Yilmaz li ser îfadeya 4 polîsan bi sûcdariya “li hember polîs li ber xwe daye” hat girtin.
Rêveberê EMEP’a Dêrsimê Aydin Keser, Hevserokê Şaxa DÎSK’ê ya Dêrsimê Erkan Yilmaz û ajokarê taksiyê Haydar Akdag piştî çalakiya 4’ê Îlonê ya li hember Qereqola Polîsan a Dêrsimê di aloziya ku rû da bi hinceta “li hember polîsan li ber xwe daye” duh hatibûn binçavkirin û sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî îfadeya li vir Keser û Akdag bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Yilmaz jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Yilmaz roja ku çalakî rû da ji ber ji bo jina bi navê Ayten Gunhan a ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin rake nexweşxaneyê wesayîteke polîsan sekinan der heqê wî de bi hinceta “li hember polîsan li ber xwe daye” girtin û şandin Girtîgeha Serdegirtî Tîpa E ya Elezîzê.