Hevşaredarên Amedê bi keyayan re rûniştin

Hevşaredarên Amedê bi keyayên taxan re rûniştin û der barê xizmeta xwe ta salekê de agahî dan.

Hevşaredarên Amedê bi keyayên taxan re rûniştin û der barê xizmeta xwe ta salekê de agahî dan.

Di civîna bi xwarinê de, parlamenter Nûrsel Aydogan, Altan Tan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredarên Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû û Ulku Baytaş, Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat, Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek û rêveberên partiyê amade bûn.

Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş anî ziman ku wan di civînên xwe yên periyodîk ên bi keyayan re xebata xwe y salekê vegotine û diyar kir ku ew dixwazin der barê projeyên heyî yên dewam dikin de nêrînên keyayan bigirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di axaftina xwe ya li civînê de ragihand ku weke rêveberiyên herêmî ew her tim di xizmeta gel de ne û got, "Pîvana me ya bingehîn a siyasî ye ku em karê xwe yên bicih hatine anîn û yên bicih nehatine anîn bi gelê xwe re parve bikin, nêrîn û rexneyên gelê xwe werbigirin."

Dûre Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan jî bal kişand ser hilbijartinan û got, "Banga jiyana nû ya me, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di lêkolînên li nava raya giştî de derdikeve holê ku HDP'ê ji sedî 13 derbas kiriye. Hikûmeta AKP'ê ya li hemberî vê pêşketina HDP'ê hêrs û har bûye, serî li provokasyonên nû da. Ya li Agiriyê rû da nîşaneya tirs û fikarên hikûmeta AKP'ê ye."