Hevşaredaran li Amedê ji bo meşa sibe belavok belav kirin

Li Amedê ji bo meşa şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya wê sibe bê lidarxistin hevşaredaran belavok belav kirin.

Li Amedê ji bo meşa şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya wê sibe bê lidarxistin hevşaredaran belavok belav kirin.

Bi armanca şermezarkirina 15’ê Sibatê ji bo meşa sibe ya li Amedê belavok hatin belavkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredarê Yenîşehîr  Selîm Kurbanoglu û Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Alî Şîmşek û Hafize Îpek, li navçeya Yenîşehîr belavok belav kirin, ji bo meşê bang kirin û gul belav kirin.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek beriya belavkirina belavokan got, "Berî niha bi 16 salan hêzên navneteweyî ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn tarî bikin, komployeke wiha kirin dewrê. Em vê lanet dikin. Em ê sibe li ber qada Îstasyonê kom bibin û bimeşin. Em tevayî gelê xwe dawet dikin.” Komê piştî daxuyaniyê li esnaf û welatiyên Cadeya Ekîncîler belavok belav kirin û ew dawetî meşê kirin.