Hevşaredar: Em biryardar in!
Hevşaredarên şaredariyên navçeyên Amedê daxuyanî dan. Hevşaredaran diyar kirin, qeyûmên AKP’ê wê weke deqeke reş derbasî dîrokê bibe û gotin, "Têkoşîna me ya siyasî heta bi dawiyê wê biçe."
Hevşaredarên şaredariyên navçeyên Amedê daxuyanî dan. Hevşaredaran diyar kirin, qeyûmên AKP’ê wê weke deqeke reş derbasî dîrokê bibe û gotin, "Têkoşîna me ya siyasî heta bi dawiyê wê biçe."
Hevşaredarên şaredariyên Bexlar, Bismil, Çinar, Dîcle, Êgil, Erxanî, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr û Yenîşehîrê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku ji hêla Walitiya Amedê ve dest li ser wan hatiye danîn, li ber Şaredariya Peyasê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Polîsan beriya daxuyaniyê avahiya şaredariyê dorpêç kir. Bi dehan polîsên ku ketin baxçeya şaredariyê, bi wesayitên zirxî derdora şaredariyê dorpêç kirin. Li ser astengkirinê, hevşaredar û rêveberiyên DBP’ê, li ber deriyê şaredariyê daxuyanî dan.
‘AKP DARBE KIR; DEST LI SER VÎNA BI MILYONAN HATE DANÎN’
Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin daxuyanî xwend û got, piştî 15’ê Tîrmehê AKP’ê darbe kiriye û Tirkiye aniye rewşeke wiha ku ne kêmî rejîma dij-demokratîk û faşîst a darbeya 12’ê Îlonê ye.
Aydin bal kişande ser girtina hevserokên HDP’ê, DBP’ê û bi hezran siyasetmedarên Kurd û got, ‘’Di mijara demokrasî û azadiyan de, dîsa di mijara çareseriya demokratîk a meseleya Kurd de, welatê me ber bi salanên 90’î ve birine.
Aydin li ser qeyûman jî got, ‘’vîna ku bi milyonan deng derketî holê tine hatiye hesibandin, rayeyên hilbijartiyan dewrî kesên tayinkirî hatiye kirin, di dîroka demokrasiyê ya welatê me de kirinên desthilatdariya AKP’ê bûye deqeke reş.’’
Aydin diyar kir şaredariyên ku qeyûm anîne ser wan bûne ‘qereqol’ û got, ‘’di nav çarçoweya Rewşa Awarte de bi giştînameya Walîtiyê, kar û barê birêvebirina xebatên 12 şaredariyên navçeyên Amedê, bi girêdana şertê pejitandina qeymeqamiyê, li derveyî vê hiştina 2 şaredariyên navçeyan ên AKP’ê, kiriye ku em bi kirineke derveyî demokrasiyê û partîzaniyê bi awayekî ku bi ibret bibînin.’’
‘TÊKOŞÎNA ME YA SIYASÎ WÊ DOMDAR BE’
Aydin bi berdewamî got, ‘ev kirinên dij-demokratîk ku demokrasî hatiye rakriin helbet wê di ûcdana gelê me de were mehkûmkirin. Em weke hilbijartî û siyasetmedarên gel, em biryardar in ku li dijî van kirinên dij-demokrasiyê, dij-hiqûqê, têkoşîna xwe ya siyasî heta dawiyê bidomînin.’’
BANG LI HIKÛMETÊ
Aydin bang li hikûmetê ku Rewşa Awarte bi dawî bike û ji bo ku veger li pêvajoya çareseriya demokratîk çêbibe û aştiya navxweyî pêk were guhertinên qanûnî werin kirin. Aydin herî dawî ji bo polîsên ku ber şaredariyên jî got, "wê weke deqeke reş derbasî dîrokê bibe, serdegirtina we ya şaredariyan."