Li Serêkaniyê piştî ku komên çekdar daxwaza agirbestê kirin û YPG’ê jî bi şertên ku ev kom ji bajêr derkevin û ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin ev daxwaz qebûl kir, di navbera herdu aliyan de îro hevdîtinan destpê kir. Piştî hevdîtina çav li rê ye ku peymana agirbestê bê îlankirin. Di vê navberê de hinek komên çekdar xwe ji bajêr vedikişînin.
Li Serêkaniyê piştî ku duh komên çekdar daxwaza agirbestê kirin, îro di navbera YPG’ê û heyetek ji van koman hemûyan hatiye avakirin hevdîtinan destpê kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di hevdîtina ku di demjimêr 10.00’an de destpê kir de, rayedarên YPG’ê herdu şertên agirbestê yên wekî, “Bila komên çekdar ji bajêr derkevin û ji bo birêvebirina bajêr ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin” dubare kirine.
Hate hînbûn ku di hevdîtinan de li ser guhertina kesên dîl hatine girtin jî hatiye rawestîn. Hate diyarkirin ku, hevdîtin bi erênî derbaz bibin dê peymana agirbestê bê îlankirin û dîl jî bêne guhertin.
Di vê navberê de hêzên YPG’ê ku duh diyar kiribû heta komên çekdar ji bajêr dernekevin, ew pozîsyona xwe naguherin, li bajêr rewşa xwe diparêze. Hate gotin ku, hinek komên çekdar jî xwe paşve dikişînin.