'Heta Qirkirin bê qebûlkirin em ê li hember Tirkiyê têbikoş in'

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Seyfo 1915, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de dewleta Tirk a ji qirkirinê berpirsyar e, hat şermezarkirin.

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Seyfo 1915, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de dewleta Tirk a ji qirkirinê berpirsyar e, hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku em ne Tirk û ne Misilman bûn jî di dibistanan de ji me re dihat gotin ku şerê qewimî 'berxwedana mazlûman a li dijî dagirkeriya emperyalîstan bû'. Ji Ermeniyan re 'Bê esil', ji Rûman re digotin, 'Yên ji pişt ve xencer li me dane' û ji Asûrî-Suryaniyan re jî digotin 'xayin'"

DEREWÊN TIRKIYEYÊ

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hat gotin ku di Artêşa Tirk di sala 1974'an de li Qibrisê dest bi 'tevgera aştiyê' kiriye. Li ser rûyê erdê, welatekî bi tenê nîne ku dewlet kûkla ya bi dagirkeriyê hatiye avakirin, nas kiriye. Lê ji gelên Tirkiyeyê re hat gotin ku dewleteke bi navê KKTC heye.

Hat gotin ku tişekî bi navê Kurd nîne, Kurd Tirkên çiyayî ne. Vê înkarê, zexta bi şîdetê ferz kir. Şîdetê jî bi awayekî xwezayî aliyê dijber derxist holê. Vê carê jî hat gotin ku Kured terorîst in.

Ji van derewan a herî mezin jî ya der heqê gelên Xiristiyan de gotibû. Li gorî wan 'Çeteyên Ermenî avêtine ser gundên Tirkan û Tirk qetil kirine'. Ev derew ji aliyê qaşo zanyarên ji exlaqê bêpar ve, li televîzyonan dihat vegotin."

Hat ragihandin ku tevî van hemû hewldana jî piştî dîaspora gelê Ermenî dîaspora gelê Asûrî-Suryanî mezin bû û hat gotin, "Ev Qirkirina ku nêzî 70 sal in weke Qirkirina Ermeniyan tê zanîn, ji aliyê gelek parlamentên cîhanê ve bi awayekî fermî hat qetûlkirin ku di sala 1915'an de tevî Ermeniyan gelên Asûrî-Suryanî û Pontûs li qirkirinê rast hatine. Ji van ya herî girîng jî Qirkirina Asûrî-Suryaniyane ku par ji aliyê dewleta Ermenîstanê ve bi awayekî fermî hat qebûlkirin. Tevî vê Êrîvanê Bîrdariay Qirkirina Asûriyan çikandiye."

'ÎDEOLOJIYA FERMÎ YA TIRKIYEYÊ NIKARE LI SER PIYAN BIMÎNE'

Di dewama dayaniyê de hat destnîşankirin ku îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk  diheje û hat gotin, "Li Tirkiyeyê rewşenbîr, hêzên çep û şoreşger têkoşîneke mezin dimeşînin. Di merasîma cenazeyê Ermeniyekî de bi sed hezaran kes meşiyan û gotin 'Em hemû Ermenî ne, em hemû Hrant in'. Ev yek nîşan dide ku êdî îdeolojiya fermî nikare li ser piyan bimîne.

Li gel vê yekê êdî rêxistinên siyasî û lîderên Kurdan ên rojevê diyar dikin li qada siyasetê hene. Li cihekî mîna Rojhilata Navîn şervanên jin ên Kurd hene ku li dijî çeteyan şer dikin."

'HETA QIRKIRIN BÊ QEBÛLKIRIN WÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN'

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê, dewleta Tirk a ku qirkirin amade kir û bicih anî bi tundî şermezar kir û got, "Heta qirkirin bê qebûl kirin, têkoşîna me ay li hemberî vê dewleta nîjadperest wê dewam bike. Û em vê ekê ji tevahiya raya giştî ya cîhanê re radigihînin."