Heta lûleya çekê heliya…
Alîkarê Erkendî û fermandarê YPG’ê Ararat Efrîn, yek ji fermandarê YPG’ê Hasan Bayna (Mehmet Emîn Erkendî) vegot û diyar kir ku wî hîmê parastina Kobanê avêtiye
Alîkarê Erkendî û fermandarê YPG’ê Ararat Efrîn, yek ji fermandarê YPG’ê Hasan Bayna (Mehmet Emîn Erkendî) vegot û diyar kir ku wî hîmê parastina Kobanê avêtiye
Yek ji fermandarê YPG’ê Hasan Bayna (Mehmet Emîn Erkendî) ku piştî êrîşên DAIŞ’ê di 15'ê Îlona 2014’an de li hember Kobanê destpê kir, li eniya Rojhilatê Kobanê şer koordîne dikir, 1’ê Cotmeha 2014’an li gundê Helînce di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da. Erkendî ku yekem fermandarê tabura Kobanê bû, bi qasî têkoşîna xwe, bi şehadeta xwe jî navê xwe li dîroka berxwedana Kobanê nivîsî.
Alîkarê Erkendî û fermandarê YPG’ê Ararat Efrîn, Erkendî vegot û diyar kir ku wî hîmê parastina Kobanê avêtiye û wiha berdewam kir: “Emîn Erkendî bibû fermandarê taburê. Lê hîna ti leşkerên wî tinebûn. Lê dîsa jî beyî îtîraz bike, ew pêşketina leşkerî pêk anî. Di êrîşa gundê Susikê ya Girê Spî de guleya yekem wî avêt. Piştre ew anîn fermandariya eniya Rojhilat.”
SEKN NEDIZANÎ
Ararat Efrîn destnîşan kir Erkendî bi qasî ku fermandarekî bi dîsîplîn, bi plan û gerîlayekî ku nekarî bisekine bû, hemû pirsgirêkên hevalên xwe guhdar dikir, kesekî ku moral dida hevalên xwe, bû. Efrîn wiha berdewam kir: “Li eniya pêş cih digirt û moral dida şervanên xwe. Şervanê ku moralê wî tinebûya, saetên xwe jê re vediqetand. Digot; 'Divê mirov êşa hevalê yê xwe ku pê re têdikoşe parve bikin, divê pirsgirêkên wan bizanî’. Tevî tempoya şerê dijwar wî sekn nedizanî. Dema ji navenda bajar bangî wî hat kirin, îtîraz kir. Ji bilî şer li taburê rojê 4 saetan perwerde dida. Demên vala jî parêznameyên Rêbertî dixwend. Dem hat bû şervan, dem hat bû fermandar.”
HEZKIRINA GEL QEZENC KIRIBÛ
Efrîn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heval Emîn Erkendî di nava gel de jî hezkirinek mezin qezenc kiribû. Dema em diçûn malbatekê, destpêkê ew guhdar dikirin, piştre tiştekî ku erê nekiriba jî, vedigot. Di navbera kesî de cudahî nedikir. Heta gelek zarokên malbatên ji partiyên cuda beşdarî YPG’ê kiribû û hinek li Kobanê şehîd ketibûn. Lê ji dîsîplîna xwe, xeta xwe ya azadiyê tavîz nedida. Wek kes nedixwest girêdana bi wî ve, dixwest bi nirxan ve girêdayîn hebe. Ez alîkarî wî bûm. Ji ber sekna wî min girêdayîna xwe ya bi wî re dabû hîskirin. Ji min re digot; ‘Ez hîs dikim ku ti gotinên min referans digirî. Ev ne terza me ye. Sibê dibe ku ez beravajî van pîroziyan bibim, wê demê tê bişikê.’ Dema em bi wî re li heman eniyê diman, em 5 hevalên li wir bûn, çawa dihatin cem hev, digot: 'De belav bin hûn ê bibin çete! Dibe ku aliyên wî yên kêm hebin jî lê ti car paşverûtiya civakê qebûl nedikir.”
ROJA ŞEHADETÊ
Efrîn roja şehadeta Erkendî wiha vedibêje: “Min demek dirêj bi heval Emîn re li eniya Rojhilat di pevçûnan de cih girt. Dema çeteyan li gundê Helînce amadekariya êrîşan dikir, got divê em beriya wan hewl bidin. Me êrîşê koma çeteyan a gundê Şêran kir. Piştî pevçûnê çû çek û rextên 15 çeteyan ji ser wan girt û hat. Ew li her derê jiyanê fedayî bû. Dema dijmin bi çekên giran êrîşê Helîce kir ji me re got: “Ew bi tankan hatin lê heta ez saxbim wê ew nekaribin ji vir derbas bibin!’ Bi wê biryarê di eniya pêş de cih girt. Çeteyan 20 malên gund yên aliyê pêş girtibûn. Me 17 mal ji çeteyan paqij kir û tenê sê mal man. Lê piştî taqwiyeya panzêrê hat kirin, heval Emîn şehîd ket. Bi vê re gundê Helînce ket. Çete ketin navenda bajar.
Piştî çeka wî ya M-16 û lûleya çeka wî ya ku pê re bi saetan pevçûn, heliya; êdî ji hevalên xwe re di bêtêlê de anonsa dike û wiha dibêje: Ez bang li gelên cîhanê dikim; di kîjan şoreşa cîhanê de şoreşgerek heta dawiya helîna namluya çeka wî heliyaye berxwe daye?’ Ev gotin dîrokin.
Efrîn di dawiya axaftina xwe de balkişand ser malbata Erkendî û kevneşopiya berxwedêr a Botanê û got: “Di rastiyê de kesayeta Erkendî, malbata wî, kesayeta malbata wî Botanê, ya Botanê jî Kurdistanê temsîl dike. Em çi kêfxweşin ku kesên wek Emîn Erkendî hene.”