'Heta bi Rêber Apo re di mercên azad de muzakere neyê kirin çareserî nabe'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Heta ku bi Rêber Apo re di mercên azad de muzakere neyê kirin, ne pêkane ku em hevdîtinan weke pêvajoya çareseriyê qebûl bikin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Heta ku bi Rêber Apo re di mercên azad de muzakere neyê kirin, ne pêkane ku em hevdîtinan weke pêvajoya çareseriyê qebûl bikin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Heta ku bi Rêber Apo re di mercên azad de muzakere neyê kirin, ne pêkane ku em hevdîtinan weke pêvajoya çareseriyê qebûl bikin.
Bayik rêveçûna ji niha û pê ve ya pêvajoya çareseriyê ji ajansa me re nirxand.
Bayik bal kişand ser temsîliyeta Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî, Ereb, Azerî, Romen, Êzidî, Elewî û hemû nasname û çandên cuda di parlamenta nû de û got, "Parlamenta nû ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe xwedî roleke erênî. Eger cihêrengî û dewlemendiya dema damezrandina Komara Tirkiyeyê ji nû ve xwe li Meclîsê nîşan dabe, hingî divê parlamenta nû bi rastî jî bi nêzîkatiyeke nû nêzî pirsgirêkan bibe."
'DEMA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BÛ, WÊ REWŞÊN XETIMANDÎ JI HOLÊ RABIN'
Bayik destnîşan kir ku li Tirkiyeyê eger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê hemû rewşên xetimandî ji holê rabin û anî ziman ku eger di çareseriya pirsgirêka Kurd de guhertiyeke mejiyî derkeve holê, wê ev yek polîtîkayên çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên din bi xwe re bîne. Bayik da zanîn ku diyar kir ku li dijî Kurdan terikandina şerê taybet û şerê psîkolojîk, wê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gel û civatên Tirkiyeyê aramiyê bîne.
Bayik da xuyakirin ku gel vîna xwe nîşan daye û got, "Ev vîn tê vê wateyê: Êdî bi feraset, bi zîhniyet û bi polîtîkayên berê re ne pêkane Tirkiye were birêvebirin. Pêwîstî bi zîhniyet, feraset û helwesteke nû heye. Eger ya berê were dewamkirin, wê ev yek bêhurmetiyek li vîna gel be. Eger koalîsyonên bi rêbaza berê bimeşe were avakirin, wê Tirkiye bi asêmayîn û rewşên xetere re rû bi rû bê. Girîng e her kes vê zanibe."
'JI ALIYÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ VE ÊDÎ YA BERÊ NABE WERE DUBAREKIRIN'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji aliyê diyardeya bi navê pêvajoya çareseriyê ve, êdî pêvajoya berê qediya ye û ev xal destnîşan kir: "Rêber Apo û Tevgera me bi salan bi rayedarên dewletê, bi rayedarên ji aliyê hikûmetê ve hatin wezîfedarkirin re hevdîtin kir, diyalog meşand. Tiştekî li ser nehatiye axaftin nemaye. Li Oslo jî li Îmraliyê jî li ser her tiştî hatiye axaftin. Bi van hevdîtin û diyalogan re hatiye xwestin ku ji bo pêvajoya çareseriyê gav were avêtin, lê belê ti gav nehatiye avêtin. Ji bilî bêçalakîtiya yekalî ya tevgera me dimeşîne, li ser navê pêvajoya çareseriyê tiştek nîne. Hikûmetê ji bo bendewariyan biafirîne û bi mijûlkirinê re Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike, ev hevdîtin bikar aniye. Ji xwe ji sala 2008'an û vir ve ti gav nehatiye avêtin. Pêvajoyeke bi vî rengî ya çareseriyê dibe?"
'PÊWÎSTE RÊBER APO DI NAVA ŞERT Û MERCÊN AZAD DE MUZAKEREYÊ BIKE'
Bayik destnîşan kir ku ji ber vê yekê dema windakirina wextê bi hevdîtin û diyalogê re qediya ye û got, "Nabe êdî ya berê bê dubarekirin. Ji ber ku Erdogan bi nêzîkatiya xwe ya di 5'ê Adarê re, ji aliyê me ve pêvajo qedandiye. Ji bo Erdogan û hikûmeta AKP'ê pêvajoyeke çareseriyê nebûye. Lê belê me sebir kir û li şûna qedandina pêvajoyê, şens dan. Me xwest hikûmeta AKP'ê bixin nava pêvajoya çareseriyê. Rêbertî jî ev kir. Di dawiyê de di 28'ê Sibatê de deklarasyonek li Dolmabahçeyê hat îmzekirin. Dema dihat gotin ku êdî polîtîkaya mijûlkirinê ya bi salan tê meşandin bi dawî bûye, muzakere wê destpê bike, ji bo çareseriyê wê gav bên avêtin de Erdogan, ya rast dewletê bi xwe dest li rewşê werda û got, 'pêvajoyeke bi vî rengî ya çareseriyê nabe'. Got ku ev yek wê Rêber Apo rewa bike. Eger sermuzakerevan rewa neyê dîtin, wê bi çi rengî muzakere bê meşandin û çareserî were afirandin? Vê yekê jî nîşan da ku hikûmeta AKP xwedî polîtîkayeke çareseriyê nîne. Ji aliyê me ve dubarekirina heman tiştî, wê were wateya ji nedîtî hatina polîtîkaya mijûlkirin û afirandina bendewariyan a AKP'ê. Ne pêkane ev ji aliyê me ve were qebûlkirin. Meşandina pêvajoyê mîna berê êdî ne bi kêrî gelê Kurd ne jî bi kêrî berjewendiyên gelên Tirk tê. Ji ber vê yekê, pêwîste Rêber Apo di nava şert û mercên azad de muzakereyê bike û ev muzakere jî vekirî be. Divê karibe bi hemû partiyan, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û hemû kom û derdoran re hevdîtinê bike.
'MUZAKERE DI MERCÊN WEKHEV DE DIBE'
Hikûmet wê bi her awayî hevdîtinan bike, nêrînan parve bike, agahiyan werbigire, desteyên xwe bicivîne, qewimînên li cîhanê binirxîne, lê belê sermuzakerevan Rêber Apo wê li gorî kêfa hikûmetê mehê carekê hevdîtinê bike! Wê nikaribe bi malbata xwe re, bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û di van şert û mercan de wê muzakere bê kirin! Gelo muzakereyek bi vî rengî pêkane? Muzakere di mercên wekhev de dibe. Di nava şert û mercên dîlgirtinê de Rêber Apo wê bi çi rengî muzakereyê bimeşîne? Eger li bendê bin ku Rêber Apo di nava van şert û mercan de muzakereyê bike, hingî ev yek wê neheqiyek be. Ji ber vê yekê, divê ji Rêber Apo re her şert û mercên azad ên muzakereyê werin amadekirin."
'HEVDÎTINEK BÊYÎ MERCÊN AZAD ÊN MUZAKEREYÊ, TI CARÎ WEKE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku hevdîtinek bêyî muzakereya di mercên azad de, bi ti awayî ji aliyê wan ve weke pêvajoyeke çareseriyê nayê qebûlkirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Rêber Apo jî pêvajoyeke bi vî rengî ya çareseriyê qebûl nake. Dema çûn cem wî, bê guman wê hevdîtinê bike, nêrînên xwe bîne ser ziman. Lê belê encam ji vê dernakeve. Ji xwe bi salane encamek jê nehatiye. Li cihekî ku Rêber Apo, sermuzakerevan di mercen azad de muzakere nekiriye de ne pêkane encam derkeve. Zîhniyeteke siyasetî ya ku di nava mercên azad de bi Rêber Apo re diyalog û muzakereyê nake, ji xwe di mijara çareseriyê de samîmî nîne. Hikûmeteke ku bi vî rengî nêzî Rêber Apo, nêzî sermuzakerevan dibe, nabe ku di pêvajoya çareseriyê de samîmî were dîtin."
Bayik da xuyakirin ku eger muzakere wê were kirin, şert e ku êdî di mercên azad de were kirin û got, "Ev yek pêwîstiyeke siyasetê, wijdan û exlaqê ye. Bi şêweyekî din nabe. Li aliyê din, divê civak hemû tevlî pêvajoya muzakereyê were kirin. Ji hemû civakê nêrîn were girtin."
Bayik diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê sekreteryayek bê avakirin, ku ev sekreterya bi her awayî karibe bi derve re têkiliyê deyne.
'PÊWÎSTE MECLÎS BIKEVE DEWRÊ'
Bayik da zanîn ku ev pirsgirêk pirsgirêkek mezin e, weke polîtîkayeke dewletê hatiye rojevê û got, "Weke polîtîkaya dewletê heta niha înkar, asîmîlasyon û polîtîkaya tinekirinê hatiye meşandin. Lewma divê Meclîs bikeve dewrê. Heta ku Meclîs vîna xwe nîşan nede, wê çareserî çawa pêk were? Ji ber vê yekê Rêber Apo gelek caran gotiye ku ew dixwaze bi Meclîsê re bixebite. Diyar kiriye ku divê li komîsyonên Meclîsê ew jî biaxive. CHP'ê jî her tim xwestiye meclîs bikeve dewrê. Bi dîtina me ev daxwaza CHP'ê rast e. Lê belê nêzîkatiya 'Bila Apo nebe, PKK nebe, bi tenê em li Meclîsê biaxivin' ne rast e. Bê guman divê li Meclîsê were axivîn. HDP partiyeke ku dikare li Meclîsê destekê bide çareseriya pirsgirêka Kurd. Lê belê li navenda vê têkoşînê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd hene. Pêwîste ev were qebûlkirin. Ya ku çareseriya pirsgirêka Kurd xist rojevê, ev tevger e. Divê tevger li ber çavan were girtin û mûxatab bê dîtin. Lewma mûxatab Rêber Apo ye, Tevgera Azadiyê ya Kurd de, HDP û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkeke demokratîkbûyînê ye."