HES û Bendavan Dêrsim ji berfê bêpar hişt
Hat ragihandin ku HES û Bendavên li Erzîrom, Erzîngan û Gumuşhanyê hatine çêkirin li Dêrsimê avhewa guherandine.
Hat ragihandin ku HES û Bendavên li Erzîrom, Erzîngan û Gumuşhanyê hatine çêkirin li Dêrsimê avhewa guherandine.
Li navçeya Dêrsim Pulurê ev du sal in bi têra xwe berf nabare. Vê rewşê gel xist nava fikaran. Li çiyayê Mûnzûrê yê li Pulurê ku destpêka Çemê Mûnzûrê ye, dihat payîn ku bi qasî 4-8 metre berf erdê bigire. Hat ragihandin ku HES û Bendavên li Erzîrom, Erzîngan û Gumuşhanyê hatine çêkirin li vê derê avhewa guherandine.
Li navçeya Dêrsim Pulurê, ku li çiyayên wê her demsalê berf heye, îsal zivistaneke ziwayî derbas kir. Li gelek bajaran barîna zêde ya berfê bandorek neyînî li jiyanê kir, lê li Pulurê barîna kêm a berfê gel xist nava fikaran. Li çiyayê Mûnzûrê her sal berf bi metreyan erdê digire. Lê ev du sal in berf bi qasî metreyekê jî erdê nagirire. Tê gotin ku ev yek bandorek neyînî li giha, jiyana kovî û çavkaniyên avê dike.
Li çavkaniyên Mûnzûr Baba yên Pulurê ku çavkaniya bingehîn a Çemê Mûnzûrê ye, her sal gelek çavkanî ziwa dibin. Puluriyan dan xuyakirin ku yekane sedema ziwabûnê bendav û HES in. Dikandar Akin Gedîk diyar kir ku eger bendav û HES bên çêkirin ew ê bi guherîna avhewayê û karesatê re rû bi rû bimînin û anî ziman ku Pulur a weke bajarê cemserê tê zanîn, bi ziwayiyê re rû bi rû ye. Gedîk got, "Yên ku cara yekemîn Pulurê dibînin dibêjin 'bajarê cemserê yê Kurdistanê'. Lê ev du sal in hema bêjin berf qet nebariya ye. Li çar aliyên cîhanê mirov ji ber barîna berfê nerazîbûna xwe tînin ziman. Dema dibêjin 'berf wê nebare' ev yek ji wan re dibe mizgînî. Lê belê eger li Pulurê berf herî kêm bi 4 metreyan erdê nagire, em dikeve nava fikaran. Berfa ji Cotmehê heta destpêka Adarê dibare nahele û kom dibe Li cihên bilind berf bi qasî 8 mehtreyan erdê digire, lê êdî nîne. Bendav û HES ên li navenda Dêrsimê, Erzîngan, Erzîrom û Gumuşhaneyê hatin çêkirin, bûn sedema guherîna avhewayê. Eger li Pulurê berf nebare çavkaniyên avê wê ziwa bibin, ji xwe ji niha ve gelek çavkaniyên Mûnzûr Baba ziwa bûne. Em avê pîroz dibînin, lewma em her çavkaniyeke avê weke ziyaretê qebûl dikin."
'ZIWAYÎ WÊ CIHÊN PÎROZ JÎ TINE BIKE'
Soner Kaplan jî ragihand ku Pulur 6 mehan di bin berfê de dijî û anî ziman ku ew bi çanda komunal re li hemberî şert û mercên xwezayê têdikoşin. Kaplan got, "Jiyana komunal nebe, hin mirov dikarin di nava hefteyekê de jiyana xwe ji dest bidin. Yekane daxwaza me; ji bo pîroziyên me tine nebin bendav û HES neyên çêkirin e. Em li vê derê gelekî têkoşiyan, lê tiştek ji destê me nayê. Li pêş çavên me li çiyayên me dest bi lêgerîna zêr dikin. Ocaxên lêgerîna li zêr a bi siyanur, zerareke mezin dide vê erdnîgariyê. Li navçeya Pulurê ev 20 sal in ji ber sedemên ewlekariyê gel nikarîbû ziyaret bike. Niha mîna berê astengiyeke pêş çav nîne, lê belê vê carê jî bi bendavan xwezaya me tê tinekirin."
'KULÎLKÊN BERFÊ WÊ TINE BIBIN'
Ozgur Mûnzûroglû da xuyakirin ku bi germbûna hewayê re berfa nû dibare jî wê bihele û bi vî rengî bi kêrî xwezayê neyê. Mûnzûroglû diyar kir ku kulîlkên berfê jî wê êdî şîn nebin û got, "Her Pezkoviya bi anvê Şamûa ku li yek ji çend cihên cîhanê li çiyayê Mûnzûrê dijî û kewê gozel ê Ûr jî wê tine bibin. Di mehên havînê de jî, eger ne li herêmên berfê be Şamûa nikare bijî. Her wiha kewê gozer ê Ûr jî neçare li bilindahiya 2 hezar metreyî ya çiyê bijî. Ji ber ku mezin û giran e, nikare zêde bifire, lewma nikare bijî. Li Pulura berf lê nebe, ti zindî nikare bijî."
Mûnzûroglû ragihand ku wan her tim li Dêrsimê li dijî çêkirina bendavan têkoşîn meşandine, lê dîsa jî projeyên bendavan dewam dike.