BI DÎMEN

Herekol: Ji bo şer û aşitiyê deriyê me vekiriye

Yek ji Fermandarên HPG'ö Dilşêr Herekol got: "Kîjan hêz dibe bila bibe, kijan alî dibe bila bibe, kîjan partiyên siyasî dibe ferq nake, tekane rêya rizgarbûna axa pîroz a Êzidîxanê, yekîtî ye.”

Yek ji Fermandarên HPG’ê Dilşer Herekol di serî de kongreya TEVDA li gelê Êzîdîxanê û şervanên îro axa Şengalê diparêze pîroz kir.

Dilşer Herekol di şexsê hevalên xwe Dilşêr, Xwinrêj, Bêrivan ên ji bo azadiyê canê xwe dane soza xwe nû kir û wiha got: “Di şexsê hemû hevalên me û kesên di fermana 73’yan de şehîd ketine, em soz didin ku em ê heya Êzîdîxanek azad şopdarê rêça wan bin.”

Herekol diyar kir ku di demeke dîrokî re derbas dibin û ev jî demeke hesas e. Herekol got an ew ê li hemberî dagirkeran heya dawiyê têbikoşin û axa Şengalê rizgar bikin, an jî ew ê serê xwe li hemberî dijmin bitewînin û wiha pê de çû: “Lê bila her kes baş bizanibe di felsefeya me de serî tewandin tuneye û em qebûl nakin.”

Herekol ragihand ku hêzên wan pêşiya fermanek hê mezintir girtine û nehiştine karesatên hê girantir derkevin, anî ziman ku ew ruhê ku bi sedan salan komînaltiyê dijîn, Êzîdîtiyê di hundirê xwe de dijîn, Şengal û Êzîdîxan parastine.

Herekol bal kişand ser siyasetê aliyên ku xwestin fermanek mezin li ser civaka Êzîdî pêk bîne û her wiha kesên hatine hewara wan, diyar kir ku ev felsefeya Rêber Apo bû û got: “Bi sedan sal in dixwazin gelê Kurd û Êzîdiyan ji holê rakin. Ji bo wê jî ev ferman, fermana tinekirina Êzîdîxanê bû. Lê, ciwanên bi ruhê Apoyî û kesên bi felsefeya Rêbertî mezin bûne bi hawarê ve hatin û pêşî li fermanê girtin.”

Herekol destnîşan kir ku hê jî hin hêzên din civînan çêdikin, dixwazin carek din fermanê dubare bikin û wiha pê de çû: “Dibêjin bila hêzên Apoyî ji Şengalê derkevin. Em nikarin Şengalê biterikînin û biçin. Di nava 2 salan de me 200 ciwanên fedaî da vê axê. Ev lîstok çawa anîn Şengalê, Mûsil jî wisa teslîm kirin. Çawa me di 3’yê Tebaxê de pêşiya fermanê girt, em ê pêşiya hemû siyasetên wan hêzên qirêj, aliyên xêrnexwaz ên dixwazin carek din fermanê pêk bînin jî bigirin. Çiqasî bedelê wê giran be jî em ê destûra vê nedin. Kesên ji bo aştî, azadî tên ber deriyê me Êzîdiyan, deriyê me ji wan re vekiriye û em ê wan pêşwazî bikin û em wan vala venagerînin. Yê şer jî dixwazin keremkin, em amade ne.”

Herekol bi bîr xist ku ji bo pêşî li fermanek din bê girtin, yekane rê yekîtiya Êzîdiyan e û wiha berdewam kir. “Ger em dixwazin planên xêrnexwazan û dijminan vala derxin, pêwîste em yekîtiya Êzîdîxanê çêbikin. Ji derveyî yekîtiyê ti rê nîne.”

Herekol di dawiya axaftinên xwe de ev peyam da: “Kîjan hêz dibe bila bibe, kijan alî dibe bila bibe, kîjan  partiyên siyasî dibe ferq nake, tekane rêya rizgarbûna axa pîroz a Êzidîxanê, yekîtî ye.”  

 

...