Hêjmartina nifûsa Kantona Cizîrê 19'ê Îlonê ye

Li Kantona Cizîrê bi mebesta ku hemû gel bi reseniya xwe werin tomarkirin wê hijmara nifûsê were kirin. Armanceke din jî ew e ku ji hilbijartina sîstema federal re were amadekirin.

Bi mebesta ku reseniya gelên Rojava û Bakurê Sûriyê were tespîtkirin 19'ê Îlonê li Kantona Cizîrê wê nifûs were hijmartin. Endama Navenda Lêkolînên Stratejîk ê Rojava (NLSR) û berdevkê Komîteya Hijmara Nifûsê Sûlta Temo têkildarî hijmartina nifûsê ya ku wê li Tirbêsipiyê, Çilaxa, Rimêlan, Dêrikê pêk were pêkanîn got, hijmara nifûsê ya Kantona Efrînê qediyaye û got pirojeya hêjmartina nifûsa Bakurê Sûriyê û Rojava ya NLSR ye.

'BI HIJMARTINA NIFÛSÊ EM XWE AMADEYÎ HILBIJARTINA SİSTEMA FEDERAL DIKIN'

Temo diyar kir ku wan ev proje bi alîkariya TEV-DEM, Komîteya Rêxistinbûyina Sîstema Federalîzma Demokratîk a Sûriyê , MSD'ê û konseyan pêk aniye û wiha got: ''Bi vê hijmartina nifûsê armanca me ya sereke ew e ku di dema pêş me de em hilbijartinên sîstema federalîzma demokratîk bikin. Bêyî nifûsê hûn nikarin hilbijartinê bikin.

Temo wiha anî ziman: ''Li ser vê bingehê di mijarên civakî, ekonomîk, jiyanî, enerjî û hwd. De em dixwazin projeyên civakî pêk bînin. Armanca me ew e ku bi hijmartina nifûsê bêyî ku cihêtiyê bikin zemîna xizmetdayinê pêk bînin.''

'EM Ê HER KESÎ LI GORÎ RESENIYA WAN QEYD BIKIN'

Temo têkildarî hêjmartina nifûsê got, plana wan a sereke li ser 2 lingan e û got ji komîsyona perwerdeyê mamoste û komun û meclîs bi aktîf di nav xebatan de ne û wan li Kantona Cizîrê civînên perwerde û danasînê kirine. ''Di vê hijmara nifûsê de wê Kurd, Ereb, Sûryanî, Asûrî, penaber û gelên din werin diyarkirin û em ê hemûyan bi nasname û reseniya wan qeyd bikin.''

DI HÊJMARTINA NIFÛSÊ DE WÊ CÛZDANA MALBATÊ ESAS WERE DANÎN

Temo diyar kir gelmperiya welatiyên Sûriyeyê ji sedî 85 wan e xwedî cûzdana nifûsê ne û ew ê jî hêjmarê li gorî van cûzdanan bikin û wiha pê de çû: ''Rejîma Sûriye ji bo kesên ku nasnamey nedayî wan, ji bo werin naskirin du kaxez dabûne wan. Em wan jî qebûl dikin. Ji ber ku rejîmê beriya niha li şûna nasnameyê ev kaxez dabûna Kurdan jî.''

'DIVÊ HER KEES BERPIRSYAR TEVBIGERE'

Temo diyar kir gelê Rojava û Bakurê Sûriyê wê tevlî hêjmartina nifûsê bibe, hebûna xwe diyar bike û bi berpisyarî tevbigere û bang kir ji bo ku hêjmartin bi tendirustî pêk were divê her kes bi berpisyarî tevbigere. Temo herî dawî got, piştî Cizîrê ew ê li Kantona Kobanê jî heljmartina nifûsê bikine.