Hejmara leşkerên li Şemizînanê hatin kuştin bû 5

Hejmara leşkerên li Şemizînanê hatin kuştin bû 5

Hat ragihandin ku hejmara leşkerên Tirk ên di çar teqînên duh li navçeya Şemizînan a Colemêrgê pêk hat de mirin gihişt 5'ê.

Walîtiya Colemêrgê ragihand ku di dema karwana leşkerî di navbera gundê Nehrî û Gergetê yên navçeya Şemzînana Colemêrgê re derbas dibû 4 teqîn li ser hev pêk hatin û di encamê de 5 leşker mirin, 7 leşker birîndar bûn.

Walîtiyê ragihnad ku di encama teqînan de 5 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn. Hate zanîn ku pevçûnên li herêmê berdewam dikin û gelek wesayîtên zirxî ber bi herêma Oremarê ve tên veguhestin. Di saetên danê nîvro de pevçûn dest pê kirin û heta niha li cihan berdewam dikin.